Plana Enqereyê ya ji bo PKKê: Komîteya çavdêriya çekdanînê tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê kar li ser wê yekê dike bo çekdanîna PKKyê, projeyasayek taybet ava bike û paşê dê lijneyek were pêkanîn daku çavdêrîkirina çekdanîna PKKê bike. Li gor pisporan armanca projeyasayê ew e ku PKKê ji çiyê bîne deştê û tevlî siyaseta medenî bike.

Di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de projeyasayek bi navê, “Piştevaniya Niştimanî û Yekbûna Civakî” tê amadekirin. Piştî projeyasayê dê bi beşdariya çendîn wezaretên wekî bergirî û navxwe û dezgeha hawalgiriyê lijneyek were avakirin daku çavdêriya çekdanîna PKKyê bike. 

Tê pêşbînîkirin digel temambûna pêvajoya çekdanînê, dê rê li ber endam û berpirsên PKKyê were vekirin daku beşdarê siyaseta demokratîk û medenî bibin.

Zanayê siyasetê Dr. Cuma Çîçek derbarê armancên vê projeyasayê de ji Kurdistan24ê re ragihand, dewlet dixwaze strukturên çekdarî ji holê rake. Çîçek got: "Armanc ew e ku PKK were feshkirin û hemû aktorên derdora PKKê di du astan de werin guhertin; yekem sîvîlîze bibin û duyem jî legalîze bibin." 

Çîçek her wiha bal kişand ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku Rojava di navbera Tirkiye û PKKê de bûye xaleke lihevkirinê û her du alî jî hewl didin daxwazên xwe li wir nêzî hev bikin.

Ev gav piştî gelek rexneyên ku pêvajo nameşe tê avêtin û herî dawî jî Mûrad Karayilanî gotibû pêvajo hatiye rawestandin. Lewra yasaya taybet bi pêvajoyê ku PKK li hêviyê bû dernediket û serde jî nûçeyên wekî qedexekirina xutbeya Kurdî belav dibûn.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî, Reha Ruhavîoglu jî balê dikişîne ser cudahiya nêzîkatiya dewletê û aliyê Kurdî. Ruhavîoglu diyar kir ku desthilata Tirkiyeyê rê li ber pêvajoyê vedike lê carê naxwaze berpirsiyariya siyasî ya çareseriya giştî werbigre. 

Ruhavîoglu got: "Ev ne proseyek e ku bi temamî pirsgirêka Kurd çareser dike. Ji bo dewletê, ev zêdetir proseyek e ku dixwaze meseleya çekan çareser bike. Lê aliyê Kurd jî vê qebûl dike ku meseleya çekan were çareserkirin daku rê li ber çareseriya demokratîk a pirsa Kurd vebe."

Serokomariya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe herî dawî de diyar kiribû ku, ew rijd in pêvajoya aşitiyê bigihînin serkeftinê.