Trump ji Kurdistan24 re: Serdana min a bo Çînê dê erênî be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand ku Îran di warê leşkerî de "bi temamî ji nav çûye" û tenê bijardeya lihevkirinê li pêşiya wê maye. Trump eşkere jî kir ku ew dê ji bo civîneke "dîrokî" serdana Çînê bike û şerê Ukraynayê jî ber bi dawiyê ve diçe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê), beriya ku ber bi Çînê ve bi rê bikeve, di bersiva pirseke Berpirsê Nivîsîngeha Kurdistan24ê ya Waşintonê de got: "Serdana min a ji bo Çînê dê erênî be û civîneke me ya pir baş dê hebe."
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku pêşwext ligel serkirdetiya Çînê di peywendiyê de bûye û got: "Ez ligel Serokê Çînê Xi Jinping axaftim; ez dikarim bibêjim ku em her du jî ji bo lidarxistina vê civînê bikelecan in."
Trump li ser serdana xwe ya ji bo Pekînê ji rojnamevanên din re jî ragihand: "Peywendiyeke me ya pir mezin ligel Çînê heye, em du zilhêzên cîhanê ne. Ez dê nîqaşeke dirêj ligel Xi Jinping bikim, lê ez bawer nakim di pirsa Îranê de hewcedariya min bi alîkariya wî hebe."
Serokê Amerîkayê herwesa pesnê bizavên Pakistanê kir û amaje kir: "Berpirsên Pakistanê, çi Serokwezîr çi jî Marşalê wan, pir jêhatî û baş in û wekî navbeynkar karekî mezin kiriye."
"Hêza Îranê nema"
Trump li ser rewşa leşkerî ya Îranê jî peyamên tund dan: "Hêza wan a deryayî nemaye, hêza wan a asmanî nemaye, sîstema wan a dijebalafir û radarên wan nemane, heta serkirdeyên wan jî nemane. Hemî ji nav çûne." Trump tekez kir ku Îran di warê leşkerî de şikestiye û tenê du rê li ber wê hene: "Yan dê karekî rast bike (lihevkirin), yan jî em dê karê wan biqedînin."
Serokê Amerîkayê bi tundî êrîşî wan kesan kir ên ku bawer dikin ku divê Îran bibe xwediya çekên atomî û got: "Her kesê ku bawer bike Îran dikare bibe xwediya çekên atomî, ew ne mirovekî biaqil e.” Herwesa got: “Yekane tiştê ku ji bo min giring be dema ku ez li ser Îranê difikirim ew e ku nabe wan çekên atomî hebin. Nabe ku wan ew çek hebin û nabin jî; ev 100% misoger e."
Trump berevanî ji biryara şer kir û diyar kir: "Beriya şer enflasyon 1.7% bû, bijardeyek li pêşiya me hebû: Yan em rêyê bidin ev kes bibin xwediyên çekên atomî yan jî em rêyê li wan bigrin. Niha bazara pişkên Amerîkayê di asta herî bilind a dîrokê de ye, ku vê yekê gelek kes matmayî kirine."
Wî tekez jî kir ku her lihevkirinea bê kirin, divê lihevkirineke "baş" be ku berjewendiya gelê Amerîkayê û heta gelê Îranê jî tê de be, lê tekez kir: "em lîstikan nakin û ji bilî teslîmbûna li ber şertên Waşintonê, tu bijardeyeke din li ber Tehranê nemaye.”
Serokê Amerîkayê li ser serdana Rûsyayê jî got: "Her dema ku pêdivî be, ez dê wê serdanê jî bikim." Trump herwiha tekez jî kir ku şerê Ukraynayê nêzîkî dawiyê bûye.