Zeydî: Em dê bo dabînkirina jiyaneke hejî bo gelê xwe kar bikin

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê yê nû di peyama xwe ya yekê de, piştî wergirtina baweriya parlamentoyê, soz da gelê Iraqê ku ji bo qonaxeke nû ya tenahiyê, vegerandina rûmeta dewletê û dabînkirina jiyaneke hejî ji bo hemî welatiyan kar bike.

Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya “X”ê peyamek belav kir û tê de ragihand: "Ez spasî û rêzên xwe yên bêsînor pêşkêşî parlamento û hêzên siyasî yên neteweyî dikim, ji bo dana baweriyê bi hikûmeta me."

Serokwezîrê Iraqê yê nû helwesta parlamentoyê û hêzên siyasî bilind nirxand û diyar kir ku ev pêngav "berçavkera serdestiya berjewendiyên neteweyî û ruhê hevparî û berpirsiyarîtiyê" di qonaxa niha ya Iraqê de ye.

Elî Zeydî di pareke din a peyama xwe de berê xwe da welatiyan û ew baweriya parlamentoyê wekî berpirsiyarîtiyeke dîrokî wesf kir û got: "Ev bawerî emanetekî mezin û peymanek e li beramberî gelê me yê ezîz, daku em bi pêngavên binecih û neguhor ve ber bi çespandina tenahiyê û bihêzkirina rûmeta dewletê ve biçin."

Serokwezîrê Iraqê tekez li ser armancên xizmetkarî û aborî yên kabîneya xwe kir û soz da ku ew dê ji bo "bicihanîna daxwaz û xwestekên Iraqiyan di warên pêşxistin, dadperwerî û dabînkirina jîn û jiyareke hejî ji bo her kesî kar bikin."

Ev peyama serokwezîrê nû di demekê de ye ku îro Parlamena Iraqê bi piraniya dengên endaman karnameya wezarî ya kabîneya wî pejirand û hevdem bawerî bi 14 wezîrên kabîneya wî jî hat dan.