Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê yê nû bi rêya telefonê axivîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî kir û hêviya qonaxeke nû û baştir di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de xwest.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) ragihand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Federal ê nû Elî Falih Zeydî re axivî.
Mesrûr Barzanî di wê pêwendiyê de, ji ber bidestxistina baweriya Encûmena Nûnerên Iraqê, pîrozbahî li Elî Falih Zeydî kir û hêviya serkeftinê di erkên wî de jê re xwest.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku kabîneya nû ya federal bibe sedema peydabûna aştî û tenahiyê li Iraqê.
Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku daxwaza wan ew e ev hikûmet ji bo peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bibe destpêkeke nû û baştir.
Ev peywendiya telefonî piştî wê yekê tê ku Parlamentoya Iraqê îro, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bawerî da karnameya wezarî ya Elî Zeydî û 14 wezîrên kabîneya wî, tevî ku rûniştin ji ber hinek aloziyan ji bo demekî hat paşxistin.