Ebas Iraqçî: Ez pîrozbahiyê li birayê xwe Fuad Husên kir

Fuad Hisên û Ebas Iraqçî
Fuad Hisên û Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Elî Zeydî pîroz kir û dilxweşiya xwe bi mana Fuad Husên li ser posta Wezîrê Derve nîşan da.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Iraqçî îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya "X"ê pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê pîroz kir.

Iraqçî di peyama xwe de ragihand: "Ez pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî pîroz dikim û pêşwaziyê li mana birayê xwe Fuad Husên li ser posta Wezîrê Derve yê Iraqê dikim".

Pêwendiyên Tehran û Bexdayê

Wezîrê Derve yê Îranê tekez li ser giringiya peywendiyên her du welatan jî kir û got: "Berfirehkirina peywendiyên dostane û birayane her dem dê ji karên me yên pêşiyê be, di siyaseta peywendiyên derve yên di navbera Tehran û Bexdayê de".

Ev daxuyaniya Iraqçî piştî wê yekê tê ku îro Parlamentoya Iraqê bawerî da kabîneya Elî Zeydî û tê de Fuad Husên wekî Wezîrê Derve yê Iraqê li ser posta xwe ma.