Iraqçî: Waşinton bi gefan nagihîje tu armancan
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê hişyariyeke tund da Amerîkayê û ragihand; her êrîşeke nû ya serbazî bo ser welatê wî dê bi şikestinê bi dawî bibe. Iraqçî tekez jî kir ku pirsgirêk bi rêyên serbazî nayên çareserkirin û gefên Waşintonê bêencam in.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî duhî (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê), di hevpeyvînekê de ligel ajansa nûçeyan a fermî ya welatê xwe (IRNA), di bersiva pirsyarekê li ser îhtîmalên êrîşa Amerîkayê bo ser Îranê, ku ligel serdana Donald Trump bo Çînê hevdem e, da.
Iraqçî got: "Em hînî gefan bûne; ev demeke dirêj e ku bi awa û amûrên cuda cuda wan dubare dikin. Ew bi xwe jî baş dizanin ku gefên wan û heta ew şerê ku wan daye destpêkirin jî tu encamek nebûye û nabe."
"Tu Çareseriyeke Serbazî Nîne"
Wezîrê Derve yê Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku dozên girêdayî Îranê bi rêyên serbazî çareser nabin û wiha domand: "Bi gotineke din, çareserî ne di gefxwarinê de ye. Ger biryarê bidin ku me biceribînin û bikevin nav şer de, ew dê tenê tiştê ku di dema borî de bi dest xistiye dubare bikin. Ez hêvî dikim ku ew bi lojîkeke aqilanî dest ji vê gotarê berdin, her çend tu hêviyek nîne ku ew penaya xwe bibin ber lojîkê."
Bandora Şer li ser Pêgeha Îranê
Ebas Iraqçî herwiha tekez jî kir ku şerê ligel Amerîkayê pêgeha Îranê li deverê bihêztir kiriye. Wî destnêşan jî kir ku welatên cîhanê îtîrafê bi serkeftina Tehranê di wî şerî de dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Amerîka û Îsraîlê li roja 28ê Sibatê dest bi êrîşên li ser axa Îranê kiribû, ku di encamê de Îranê jî bingehên Amerîkayê li deverê û axa Îsraîlê kiribûn armanc. Piştre di 8ê Nîsanê de, Waşinton û Tehranê agirbestek ragihandibû, lê niha careke din alozî zêde bûne.