CENTCOM: Zêdetirî 20 keştiyên şer dorpêça li ser benderên Îranê dimeşînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya sepandina dorpêça deryayî de, heta niha rê li ber 76 keştiyan girtiye ku xwestine derbaz bibin benderên Îranê. CENTCOM tekez jî kir ku hêza wan a deryayî bi hûrgilî çavdêriya tevgera keştiyan dike.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (În, 15ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê amara çalakiyên xwe yên deryayî belav kir. Li gorî wê daxuyaniyê, niha zêdetir ji 20 keştiyên şer ên Amerîkayê erkê bicihanîna dorpêça li ser benderên Îranê pêk tînin.

CENTCOMê amaje bi wê yekê jî kir ku yek ji keştiyên herî diyar ên ku tevlî vî erkî bûne keştiya şer a bi navê "Tripoli" ye. Herwiha wêneyê helîkoptereke ji celebê "Seahawk" jî belav kiriye, ku di çarçoveya meşq û erkên serbazî de li ser pişta keştiya Tripoli difre.

Amara Keştiyên Hatine Rawestandin

Li ser hûrgiliyên operasyonên wan ji destpêka dorpêçê ve, Fermandariya Navendî eşkere kir ku tîmên wan ên deryayî heta niha rê li ber 76 keştiyan girtiye:

- Hêzên Amerîkayê rasterast êrîş kiriye ser 4 keştiyan ku fermanên dorpêçê binpê kirine.
- 72 keştiyên din jî hatine vegerandin û rê nehatibû dan ku nêzî benderên Îranê bibin.
Ev pêngavên Amerîkayê di çarçoveya tundkirina zextan û çavdêrîkirina hûr a tevgerên deryayî yên li deverê de ne, bi taybetî li dijî wan keştiyên ku gumana binpêkirina dorpêçên navdewletî û serbazî li ser wan heye.