Şam: Nûnertiya pêkhateyan di Encûmena Gel de li gorî jêhatîbûn û pisporiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyê red kir ku kursî li ser bingehê "parvekirina komî" werin dabeşkirin û nûnertiya pêkhateyan li ser asta jêhatîbûnê, dê misoger be.

Amadekariyên ji bo hilbijartinên Encumena Gel a Sûriyê (Parlaman) berdewam dikin. Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necme îro 15ê Gulanê ji ajansa SANA’yê re ragihand, proseya hilbijartinê ne li gorî prensîba (parvekirina kursiyan li ser bingehê koman) e.

Necme destnîşan kir, nûnertiya dadperwer ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyê li ser asta jêhatîbûn û pisporiyê dê misoger be. Herwiha anî ziman ku dê di demeke nêz de navên pêşîn ên endamên desteyên hilbijêr li parêzgeha Hesekê û herêma Kobanê werin aşkerekirin.

Li Hesekê dabeşkirina kursiyan

Li gorî agahiyan, para parêzgeha Hesekê di Encûmena Gel de, 10 kursî ne. Ji ber ku nûnerê herêma Serê Kaniyê berê hatiye hilbijartin, niha pêşbazî li ser 9 kursiyên mayî tê kirin. Dabeşkirina van 9 kursiyan bi vî rengî ye:

- Qamişlo: 4 kursî

- Hesekê: 3 kursî

- Dêrik: 2 kursî

Li gorî zanyariyan jî, tê pêşbînîkirin ku ji nav 9 kursiyên parêzgeha Hesekê, 4 kursî ji bo Kurdan bin. Tê gotin ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser vê mijarê li hev kirine û dê her aliyek 2 kursiyan wergire.

Rewşa herêma Kobanê

Ji bo herêma Kobanê ya ser bi parêzgeha Helebê ve, 3 kursî di parlamanê de hatine veqetandin. Li gorî sîstema hilbijartinê, yek ji van kursiyan rasterast ji aliyê Serokkomarê Sûriyê ve tê diyarkirin, du kursiyên din jî bi rêya dengdana desteyên hilbijêr têne diyarkirin.