Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê proseya aştiyê û aloziya li Rojhilata Navîn gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serokatiya Civîna Kabîneyê dike. Civîn li Qesra Serokkomariyê ya Beştepeyê birêve biçe ku tê payîn saet 16.00an dest pê bike.

Civîna Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê îro (18.05.2026) bi serokatiya serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dicive û dê mijarên sereke yê wekî rageşî û aloziya li Rojhilata Navîn, Aborî û birêveçûyîna proseya aştiyê gotûbêj bike.

Ji bo qeyranên li herêmê mezintir nebin armanca bingehîn ya Enqere ew e ku aştiyeke mayînde were mîsogerkirin. Di civîna Kabineyê de dê dîplomasiya aştiyê ya Tirkiyeyê ku di bin serokatiya Serokkomar Erdogan de tê meşandin were gengeşe kirin.

‘Aloziya li ser xeta Tehran û Washingtonê dê were nîqaşkirin’

Nediyariya li ser xeta Tehran û Washingtonê rageşiya li ser Tengava Hurmizê jî zêdetir dike. Ligel vê, di civînê de dê ewlehiya dabînkirina enerjiyê û guherînên di bihayên petrolê de werin nirxandin û bandora geşedanên li Kendavê yên li ser aboriyê jî dê mijareke din a civînê be.

‘Proseya Aştiyê/Tirkiyeya Bê Teror jî di rojeva Kabîneyê de ye’

Herwiha babeteke din a girîng ji bo Kabîneyê dê armanca Tirkiyeyek Bê Teror be ango proseya aştiyê be. Pêşketinên di pêvajoya bêçekkirinê de ku ji hêla yekîneyên îstîxbarat û ewlehiyê ve bi baldarî têne şopandin, dê werin nirxandin. Gavên qanûnî yên ku dê li gorî rapora ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve hatiye pejirandin werin avêtin, dê bên gotûbêj kirin.