CENTCOM: Me 90% jêrxaneya pîşesaziya berevaniya Îranê pûç kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi rêya operasyona "Hêrsa Destanî", wan kariye 90% jêrxaneya pîşesaziya leşkerî û berevaniyê ya Îranê têk bibin û stratejiyeke 47 salî ya Tehranê li deverê pûç bikin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper îro (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) di gotarekê de li pêşberî Kongirêsa Amerîkayê serkeftina mezin a hêzên welatê xwe li Rojhilata Navîn ragihand û tekez kir ku stratejiya gelek salan a Îranê tûşî hilweşînê bûye.

Cooper eşkere kir ku operasyona "Hêrsa Destanî" (Operation Epic Fury) derbeke kujek li şiyanên mûşekên balîstîk û dronên Îranê daye. Herwesa got: "Me kariye 90% jêrxaneya pîşesaziya berevaniya Îranê ji nav bibin. Ev yek jî garantiyê dide ku Tehran heta gelek salên din jî nikaribe şiyana xwe ya serbazî ji nû ve ava bike."

Fermandarê CENTCOMê destnîşan jî kir ku karên serbazî ya Amerîkayê kariye "rê li ber stratejiyeke Îranê bigirin ku ev 47 sal bûn kar bo avakirina wê dihat kirin" û rê li pêşxistina gefên bilez ên Tehranê bigirin.

Plana Aştiyê ya Trump û Veguhastina Girtiyên DAIŞê

Di pareke din a axaftina xwe de, Cooper bal kişand ser destkeftiyên 7 mehên borî yên artêşa Amerîkayê li deverê û ragihand ku wan rola serekî di bicihanîna "Plana Aştiyê ya 20 Xalî ya Trump" de hebû, bo sektora Xezeyê, û hevdem şiyanên terorîstên DAIŞê li Sûriyeyê bi rêjeyeke berçav kêm kirine.

Ji bo rêgirtina li ber "qeyrana nû ya DAIŞê", fermandarê CENTCOMê eşkere jî kir ku wan operasyoneke dîrokî bo veguhastina zêdetir ji 5.700 girtiyên DAIŞê ji nav axa Sûriyeyê bo nav girtîgehên Iraqê kiriye. Wî herwisa got ku Amerîkayê bihêztirîn û yekgirtîtirîn sîstema parastina asmanî ya herêmî li Rojhilata Navîn ava kiriye, ku bi dehan sal bûn biav ji bo çêkirina wê dihat kirin.

Di dawiyê de, Cooper tekez kir ku artêşa Amerîkayê bi temamî pabendî "qanûnên şer û rûbirûbûna çekdarî ye" û ragihand: "Amerîka tu carî xelkê sivîl nake armanc. Em hemî raportên girêdayî qurbaniyên sivîl bi rengekî giring û cidî werdigirin û ev yek bûye parek ji çanda serbazî ya artêşa me."