Axios: Trump moletek da Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump derfeteke kurt da Îranê daku di warê dîplomatîk de gavên nû baveje. Tevî ku daxwazên Tehranê heta niha nehatine pejirandin, Trump moleteke nû da, daku rê li ber şerê rasterast were girtin.
Li gorî malpera "Axios", berpirsên Amerîkî dibêjin ku pêşniyarên dawî yên Îranê ti pêşkeftineke cidî bi xwe re neaniye. Ev yek li dijî gotinên Trump e ku berê behsa hebûna "gotûbêjên xurt" kiribû.
Trump diyar kir, ev derfet tenê ji bo "du-sê rojan" e û dibe ku heta roja Înî yan Şemiyê bidawî bibe. Herwiha eşkere kir, roja Sêşemê ew tenê "saetekê" dûrî dayîna fermana êrişa li ser Îranê bûye, lê wî di kêliya dawî de ferman rawestandine.
Trump şeva Duşemê ligel tîma xwe ya ewlehiya neteweyî civîneke giring pêk anî. Di civînê de bijardeyên leşkerî, planên êrişê û guhertinên dawî yên dîplomatîk bi hûrgilî hatin nirxandin.
Di vê civîna çarenivîssaz de, Cîgirê Serok JD Vance, Wezîrê Derve Marco Rubio, Wezîrê Çeng Pete Hegseth, Serokerkan Dan Keen û Rêveberê CIA John Ratcliffe amade bûn.
Tê gotin ku sedema sereke ya sebra Trump, nîgeraniyên welatên Kendavê ne. Serkirdeyên navçeyê ditirsin ku Îran wekî bersiv êrişî binesaziya wan a petrolê bike. Lewma wan daxwaz ji Trump kiriye ku derfeteke zêdetir bide dîplomasiyê.
Niha li nava rêveberiya Amerîkayê nezelaliyek heye ka Trump dê di dawiya hefteyê de kîjan rêyê hilbijêre. Li aliyekê zextên li ser bernameya atomî ya Îranê zêde dibin, li aliyê din jî amadekariyên leşkerî berdewam dikin.