Îmarat: Divê Iraq rê nede ku axa wê ji bo karên dijminane were bikaranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îmarata Erebî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku bilez rê li ber wan "karên dijminane" bigire yên ku ji axa Iraqê ve li dijî welatên navçeyên tên kirin.
Wezareta Derve ya Îmaratê îro Çarşemê 20ê Gulana 2026an, di daxuyaniyekê de, bi tundî ew êrîşên "terorîstî" şermezar kirin ku ji axa Iraqê ve saziyên sivîl ên li welatên Encûmena Hevkariya Kendavê dikin armanc. Îmaratê destnîşan kir, ev êrîş binpêkirina aşkere ya serweriya welatan, yasayên navdewletî û peymannameya Neteweyên Yekgirtî ne.
Wezaretê tekez kir, divê hikûmeta Iraqê pabendî berpirsyariyên xwe bibe û got: "Pêwîst e hikûmeta Iraqê bi awayekî berpirsyarane û bilez, bêyî ti şert û mercan rê li hemû karên dijminane bigire. Divê Bexda li gorî peymanên navdewletî û herêmî li dijî van gefan bisekinê."
Îmaratê herwiha daxwaz kir, Iraq rola xwe di çespandina ewlehî û aramiya navçeyê de bileyîze û serweriya xwe biparêze. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îmarat dixwaze Iraq di navçeyê de wekî "hevparekî çalak û berpirsyar" derkeve û nehêle axa wê bibe bingeha êrîşên li ser welatên cîran.