Qalîbaf: Em bo şer amade ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamena Îranê hişyarî da ku livînên eşkere û nihênî yên Amerîka û Îsraîlê nîşana amadekariyan e bo destpêkirina şerekî nû. Navborî ragihand ku ew li wê hêviyê ne Îran xwe bide destê wan, lê tekez jî kir ku Tehran di bin tu şert û mercan de naçe bin barê zextan.
Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) di peyamekê de bo gelê welatê xwe ragihand: "Livînên dijmin nîşan didin ku ew li pey destpêkirina şerekî nû ne, lê divê xelk piştrast be ku hêzên me yên çekdar derfeta agirbestê bi baştirîn awa bo avakirin û bihêzkirina şiyanên xwe bi kar aniye." Qalîbaf herwisa gef jî kirin û got: "Her destdirêjiyeke nû bo ser Îranê, em dê wisa bikin ku ew bi tundî poşman bibin."
Qalîbaf diyar jî kir ku Amerîka dixwaze, bi rêya berdewamiya zextên aborî û wê dorbêça deryayî ya ku ji 13ê Nîsana borî ve xistiye ser Îranê, welatê wan neçar bike ku serê xwe bo "daxwazên zêdegavî" yên Waşintonê bitewîne. Wî zêde jî kir: "Îran di bin tu zextekê de teslîm nabe û divê em amadekariyên xwe bo bersivdaneke tund û bibandor bo her êrîşeke muhtemel hîn bihêztir bikin."
Serokê Parlamena Îranê herwisa ragihand: "Îro ji her demekê rontir e ku em di nav 'Şerê Îradeyan' de ne. Her aliyekî ku di vî şerî de bi ser bikeve, dîroka Îranê dê binivîsîne û paşeroja vî welatî dê diyar bike."
Navborî destnîşan jî kir ku eger îdara nû ya Amerîkayê ber bi şerekî din ve pêngavan bavêje (ku wekî Hillbilly 2 tê binavkirin), wê demê divê dîsa hejar û piştguhxistiyên Amerîkayê baca wî şerî bidin, tenê bo berjewendiya "bazirganên şer" û xwediyên kompanyayên mezin, di demekê de ku rewşa aborî ya navxweyî ya Amerîkayê bi xwe di qeyranê de ye.
Ev daxuyaniyên agirîn ên Qalîbaf piştî wê yekê tên ku ajansa nûçeyan a Reutersê li roja Duşemê, 18ê Gulana 2026ê, ji zarê çavkaniyeke Pakistanî belav kiribû ku Îslamabadê tekista nû ya dîtin û mercên Îranê gihandiye Amerîkayê, lê hişyarî dabû ku "dema her du aliyan pir kêm maye" bo nêzîkkirina nêrînan û kêmkirina duberekiyan.