Trump: Em tenê çend rojên kêm li bendê bersiva Îranê dimînin

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê ragihand ku ew dê tenê bo çend rojên kêm li benda bersiva Tehranê bimînin û pêşbînî dike ku li destpêka hefteya bê bersiv bigihîje destê wan. Trump tekez jî kir ku heta lihevkirina dawiyê neyê îmzakirin, ew tu cezayekî li ser Îranê sivik nakin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 20ê Gulana 2026ê) di daxuyaniya xwe ya herî nû de bo rojnamevanan ragihand ku qonaxa bendemana wan bo bersiva Îranê pir kurt e û got: "Ez wisa difikirim ku du yan sê rojên din, dibe ku Înî, Şemî yan Yekşemê, an jî destpêka hefteya bê bersiva wan bigihîje me.”

Donald Trump herwesa got: “Em tenê bo demeke kêm û sînordar li bendê dimînin û ev derfeta dawiyê ye." Serokê Amerîkayê dîsa tekez kir ku ew bi tu awayekî rêyê nadin ku Îran bibe xwediya çekên atomî.

Serokê Amerîkayê bi eşkereyî behsa rewşa navxweyî û serbazî ya Îranê kir û destnîşan kir: "Îran niha neteweyeke şkestî ye. Em ligel hin kesan serederiyê dikin ku xwedî lojîk, behre û şiyaneke baş a mejî û fikirînê ne; ez hêvîdar im ew kes bigihîjin lihevkirinekê ku bo hemî aliyan baş be."

Di derheqa ceza û zextên aborî de, Trump bi tundî tekez kir ku Waşinton tu pêngavan bo sivikkirina zextan naavêje heta ku negihîjin lihevkirina dawiyê. Wî ragihand: "Heta ku lihevkirin bi temamî neyê îmzakirin, em tu tiştekî hêsan nakin û em rêyê jî nadin tu hinardekirinên Îranê."

Trump diyar jî kir ku gihîştina bi lihevkirineke "%100 baş" dê bibe sedema parastina dem, enerjî û canê mirovan. Wî di dawiyê de hişyariyeke tund da û ragihand ku artêşa Amerîkayê di amadebaşiya tam de ye û eger bersiveke rast û guncayî ji aliyê Tehranê ve neyê, ew dê bi lez biryarên din bidin.