Bi hezarên malbatên Efrînî vedigerin ser xaka xwe: "Efrîn bihuşta me ye"

Qamişlo (K24) – Pêla vegera koçberên Efrînê ya ji herêmên cuda yên Cizîrê ber bi warê bav û kalan ve berdewam dike. Karwana 7’emîn a ku ji bajar û navçeyên parêzgeha Hesekê û bajarê Qamişlo hatibû birêxistinkirin, bi hesteke tije hesret û kêfxweşî ber bi Efrînê ve bi rê ket.

Koçberên ku salên dirêj li herêma Cizîrê man, niha bi hêviyeke mezin berê xwe dane "Çiyayê Kurmanc". Yek ji dîmenên herî balkêş ê karwanê, koçberê bi navê Kemal Hesen bû ku bi qefeseke çivîkan li otobusê siwar bû. 

Hesen, dema ku behsa vegerê dikir, hêsirên çavên xwe negirtin û wiha got: "Ev 8 sal in ev çivîk li cem min in. Min ew li Efrînê mezin kirin û niha ez wan dîsa dibim Efrînê. Em pir kêfxweş in, ez nikarim bi gotinan vî hestî pênase bikim. Qamişlo û bajarên din jî welatê me ne, lê Efrîn bihuşta me ye."

Dayika bi navê Eyşe Gedro jî ku bi kêfxweşiyeke mezin li otobusê siwar dibû, diyar kir ku dilê wan her dem li Efrînê bû: "Ev 8 sal in em ji malên xwe dûr in. Îro em bi kêf û şahî vedigerin ser xaka xwe, ser mal û milkên xwe. Bila ev veger ji bo me hemûyan bibe pîrozbahî."

Endamê Encûmena Efrînê ya Sivîl, Ibrahîm Heftaro, derbarê amadekariyên vegerê û hejmara koçberan ade got: "Zêdetirî 1500 malbatên Efrînê ji Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê û Amûdê berê xwe dane Efrînê. Heya niha hejmara malbatên ku derbasî Efrînê bûne nêzî 7 hezarî ye. Ev karwana me ya 7’emîn e û em hêvî dikin ku karwana 8’emîn jî di demeke nêz de amade bibe da ku hemû Efrînî vegerin ser mal û milkên xwe."

Karwanê ku di saetên dereng ên şevê de ji Qamişlo bi rê ket, bi dîlan û stranên Kurdî hat oxirkirin. Tevî ku rê dirêj û zehmet e jî, zarok, ciwan û kal û pîr bi kelecaneke mezin li benda gihîştina xaka Efrînê ne.

Ev pêvajoya vegerê di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileya 2026an de pêk tê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin. Ji wê demê ve, her du alî li ser vegerandina koçberên Efrînê yên li herêmên Cizîr û Kobanê lihev kiribûn.

Tê payîn ku di rojên pêş de bi hemahengiya encûmenên sivîl, karwanên nû yên vegerê bên birêxistinkirin heya ku pirsgirêka koçberiyê bi temamî bi dawî bibe.