Grînland: Li dijî berfirehbûna hejmoniya dîplomatîk a Amerîkayê xwenîşandan hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Nuukê yê paytexta Grînlandê, bi sedan kes li dijî vekirina Konsulxaneya Amerîkayê û zêdebûna heza Waşintonê bo deverên stratejîk ên Cemserê Bakur rijiyan ser cadeyan û daxwaza derketina nûnerên dîplomatîk ên wî welatî dikin.

Piştî vekirina Konsulxaneya Amerîkayê ya nû li bajarê Nuukê yê paytext, girava Grînlandê rûbirûyî pêleke berfireh a nerazîbûn û xwenîşandanên cemawerî bû. Ev nerazîbûna tund di demekê de ye ku gengeşeyên siyasî li ser zêdebûna daxwaz û hezên Waşintonê li ser wê girava stratejîk a Cemserê Bakur gihîştine asta herî bilind.

Bi sedan xwenîşander li beranberî avahiyê Konsulxaneya Amerîkayê ya nû kom bûne û dirûşmên wekî "Vegerin Amerîkayê" bilind kirine. Ev nerazîbûn tenê rojekê piştî bidawîbûna seredana Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Grînlandê Jeff Landry tê; ku Grînland wekî axeke xweser a girêdayî Danîmarkayê ye.

Pêngavên Amerîkayê li Grînlandê ji ber pêgeha wê ya stratejîk û hebûna qebareyeke pir mezin a çavkaniyên xwezayî, gengeşeyeke siyasî ya pir mezin li ser asta navdewletî afirandiye, bi rengekî ku niha Amerîka û Yekitiya Ewropayê li ser vê mijarê di duberekiyeke berdewam de ne.

Xwestek û hesreta Amerîkayê bo girava Grînlandê ne nû ye, belkî di sala 2019ê de dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di gera xwe ya yekê de bi rengekî fermî pêşniyara kirîna vê giravê pêşkêşî dewleta Danîmarkayê kiribû.

Ev dosya bûbû sedema qeyraneke dîplomatîk a mezin û ji aliyê Kopenhagonê ve bi tundî hatibû redkirin; lê niha bi vekirina vî konsulxaneya nû li bajarê Nuukê yê paytext, Waşinton stratejiya xwe ji "kirîna rasterast" bo "berfirehbûna nerm û aborî" guhertiye.