Nêçîrvan Barzanî û Abbas Araqçî tekezî li ser aramî û ewlehiya navçeyê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Abbas Araqçî, şeva borî peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, di peywendiyê de, pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Komara Îslamî ya Îranê, bi taybetî di warê pevguhartina aborî û bazirganiyê de hatin nirxandin. Herwiha, derbarê xurtkirina hevahengiyê ji bo parastina ewlehiya sînoran de, nêrînên xwe parve kirin.

Di mijareke din a peywendiyê de, behsa geşedanên dawî yên navçeyê hat kirin û tekezî li ser girîngiya hewildanên welatên navçeyê yên ji bo çespandina ewlehî û aramiya li Rojhilata Navîn hat kirin.

Mijarên din ên cihê balkêşiya hevbeş, tewereke din a peywendiya wan a telefonî bûn.