Li Hewlêrê kevirê bingehîn ê parkeke modern hat danîn

Omêd Xoşnaw
Omêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Herêma Kurdistanê, kevirê bingehîn ê projeyeke stratejîk û jîngehî li ser rêya Mexmûrê hat danîn, ku tê de sûkeke gelêrî ji bo parkeke modern li ser rûberê 42 hezar metreyên ducarkî tê guhertin.

Di çarçoveya planên fermî yên bo zêdekirina rûberê keskatiyê li paytexta de, kvirê bingehîn ê projeyeke mezin a jîngehparêziyê hat danîn. Ev parka nû, ku dê bi hezaran şitlên cihêreng ên mîna "Sîsem, Zeytûn û Sinewberan" vegire, amanca wê ya serekî vegerandina hevsengiya jîngehî û bilindkirina kalitiya hewaya bajarê Hewlêrê ye.

Tê texmînkirin ku ev park salane bibe sedema kêmkirina zêdetir ji 33 tonên gaza duoksîda karbonê. Ji bo vê projeyê, sîstemeke avdanê ya modern hatiye dabînkirin, ku embareke avê ya 100 hezar lîtreyî vedigire.

Omêd Xoşnaw: "Jîngehparêzî serpişka karên Kabîneyê Nehê ye"

Li ser vê pêngava nû, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: "Jîngehparêzî û peydakirina hewayeke paqij serpişka karên karnameya Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye."

Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser wê yekê jî ku tevahiya projeyên stratejîk ên hikûmetê, di nav wan de zêdekirina rêjeya keskatiyê, çêkirina Kembera Kesk û avakirina bendav û pondan, hemî ji bo rûbirûbûna guhertinên keşûhewayê bûye û got: "Heta di projeyên sektora taybet de jî, şertê çandina dar û şitilan mîna pareke veneqetiyayî hatiye çespandin."

Başbûna rewşa hewaya Paytextê û banga ji bo welatiyan

Li ser rewşa hewaya paytexta jî, Omêd Xoşnaw ron jî kir ku di salên borî de ji ber encamên xirab ên guhertina keşûhewayê û qeyranan, gelek astengî hebûn, lê niha ji ber bizavên berdewam ên dezgehên fermî, rewşa hewaya Hewlêrê ber bi başbûneke berçav ve çûye. Wî herwisa bang li welatiyan jî kir ku hevkar bin û jîngeha bajarê xwe biparêzin.

Ev projeya nû ya ku li Taxa Karkeran tê bicihanîn mîna pêngaveke pir giring a fermî di çarçoveya bizavên hikûmetê de bo kêmkirina derdanên karbonê û modernkirina sîma û rûyê şaristaniyê yê paytextê tê hejmartin.