Parlamenterekî Hevpeymaniya Azim: Serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê hevkêşeyan diguherîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên li gel serkirde û aliyên siyasî yên Iraqê, karvedanên gelekî erênî li pey xwe hîştin. Siyasetmedarên Iraqî diyar dikin, ev serdan dê bibe sedema guhertinên girîng di hevkêşeyên siyasî yên welat de.
Di roja duyem a serdanê de (24.05.2026), nûnerên fraksiyonên cuda yên parlamenê ji bo Kurdistan24ê axivîn û giranî dan ser encamên civînan.
Hevpeymaniya Azim: Serok Barzanî birayê me yê mezin e
Parlamenterê Hevpeymaniya "Azim" Eyad Cibûrî ragihand, civîna navbera Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Sameraî gelekî erênî bû.
Cibûrî wiha got: "Piştî vê serdanê, em li bendê ne ku di hevkêşeyên siyasî de guhertin çêbibin. Em li ser avakirina hevpeymaniyên nû û birêkxistina proseyekê siyasî axivîn. Peywendiya me û PDKê dîrokî ye; Sune bi giştî Mesûd Barzanî wekî birayê mezin ê xwe dibînin."
Cibûrî herwiha aşkere kir ku di civînê de mijara temamkirina kabîneya hikûmetê hatiye nîqaşkirin û biryar hat girtin ku piştî Cejnê, parlamen ji bo dengdanê li ser wezîrên mayî bicive.
Hevpeymaniya Siyade: Daxwazên Mesrûr Barzanî rewa ne
Serkirdeyê Hevpeymaniya "Siyade" Selah Kubêysî jî civîna li gel Xemis Xenjer nirxand û diyar kir ku encamên serdanê wê pir baş bin.
Kubêysî got: "Mesrûr Barzanî bi awayekî zelal daxwaza mafên xelkê Kurdistanê, mûçe, budçe û yasaya neft û gazê kir. Ev daxwazên rewa ne û divê Bexda wan bide. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevparê sereke yê Iraqê ye û nabe para wê di desthilatê de were paşguhkirin."
Demeke giring ji bo temamkirina hikûmetê
Endamê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê Husên Hebîb bal kişand ser dema serdanê û destnîşan kir, ji ber Iraq di qonaxa temamkirina kabîneya wezîran de ye, hatina Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê di vê demê de gelekî stratejîk û giring e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku ev du roj in li paytexta Iraqê ye, hevdîtinên xwe yên li gel serokatiya saziyan û lîderên siyasî berdewam dike. Tê payîn ku di saetên êvarê de encamên dawî yên van hevdîtinan ji bo raya giştî werin eşkere kirin.