Navên perlemanterên bazneyên Qamişlo, Hesekê û Kobanê hatin ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê encamên hilbijartinên ji bo "Encûmena Gel" (Parlamen) li bazneyên Qamişlo, Hesekê û Kobanê bi fermî ragihandin. Di nav navên ku bûne endamên parlamenê de, çendîn kesayetên siyasî yên Kurd û nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) hene.

Berdevkê Komîteya Bilind Newar Necme îro 24ê Gulana 2026an ji ajansa fermî “SANA” re ragihand, proseyê cudakirina dangan bidawî bûye û navên serkeftî hatine mîsogerkirin.

Bazneya Qamişlo

Li bazneya Qamişlo 4 berbijêr karîn bibin endamên parlamenê: Ridwan Sîdo (Serokê Desetya Yasayî ya ENKS), Ebdulhelîm El-Elî, Kîm Îbrahîm û Mehmûd El-Madî.

Bazneya Hesekê

Li bazneya Hesekê 3 kes hatin hilbijartin: Fesla Yûsif (endama Desteya Serokatiya ENKSê), Îbrahîm El-Elî û Umer El-Hayis

Bazneya Kobanê 

Li bazneya Kobanê 2 navan kursiyên parlamenê bi dest xistin: Ferhad Şahîn (edamê serkirdatiya PDK-Sê) û Şewax Îbrahîm El-Esaf.

Nûnerên Efrînê

Ji bo nûneratiya Efrînê jî ku hilbijartina wê di 5ê Cotmeha 2025an de hatibû kirin, sê endamên Kurd gihîştibûn parlamenê: Mihemed Sîdo, Şêx Seîd Zade û Dr. Rengîn Ebdo.