Mesrûr Barzanî li Bexdayê: Me berevanî li hemû mafên gelê Kurdistanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya dawîn qonaxa serdana xwe ya fermî ya bo paytexta Iraqê de, bi Rêberê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emmar Hekîm re civiya. Mesrûr Barzanî piştî civînê ragihand, serdana wî pir serkeftî bûye û wan berevanî li hemû mafên rewa yên xelkê Kurdistanê kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya zincîra civîn û hevdîtinên xwe yên dîplomatîk de li Bexdayê, îro 24ê Gulana 2026an, bi Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emmar Hekme re civiya.
Di civînê de her du aliyan giranî dan ser piştgirîkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê. Hat destnîşankirin ku divê hikûmeta nû bibe mifteya çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Aliyan tekez kir ku çareserî tenê di çarçoveya Destûra Iraqê de pêkan e, bi şertê ku rêz li mafên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Iraqê bê girtin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de encamên serdana xwe ya du rojan ji bo raya giştî nirxand û got: "Me serdana xwe ya Bexdayê bi dawî anî. Şikir ji Xwedê re, me li gel piraniya berpirsên payebilind ên Iraqê hevdîtin û civînên pir baş û berhemder pêk anîn. Me li ser hemû mijarên giring û stratejîk gotûbêjên pêwîst kirin. Ez dikarim bi zelalî bibêjim ku me di van civînan de berevanî li hemû mafên destûrî û rewa yên xelkê Kurdistanê kiriye."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser mijara mûçeyên fermanberan û got: "Me daxwaz kir ku mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê mîna hemû welatiyên din ên Iraqê bi ti babetekî siyasî re neyê têkelkirin. Me ji berpirsan bersivên erênî wergirtine ku ew ê bi vî awayî serederiyê li gel mûçexurên Kurdistanê bikin."
Mesrûr Barzanî her wiha Aşkere kir, di civîna li gel EmMar Hekîm û Wezîrê Darayî de, wan li ser berdewamiya şandina mûçeyan lihevkirineke baş pêk aniye.
Derbarê dahatên navxweyî û peywendiyên darayî de, Mesrûr Barzanî got: "Me ji wan re gotiye ku em amade ne nîvê wê dahata niha li Herêmê heye, wekî mehên borî ji bo hikûmeta federal bişînin, daku ew jî di şandina mûçeyan de berdewam bin."
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir, ew li gel berpirsên payebilind ên Iraqê li ser mijarên stratejîk axivîne; bi taybetî li ser wê yekê ku divê fersend ji bo hemû parêzgehan were dayîn, da ku dahatên xwe yên neftî û ne-neftî zêde bikin û karibin para xwe ya ji bo Bexdayê dabîn bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî kir ku piştî Cejnê kabîneya wezîran a Serokwezîr Elî Zeydî bi temamî were pêkanîn û got: "Piştî Cejnê dê civînên nû werin kirin, ji bo rastkirina wan xeletiyên ku di destnîşankirina endaman de hebûn, da ku pêkhateya hikûmetê were temamkirin."
Mesrûr Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew dixwazin rûpeleke nû vekin: "Me xwestiye ku sûd ji xeletiyên borî were wergirtin, lê bala me niha ne li ser rabirdûyê, lê li ser diyarkirina şêwazê peywendiyên paşerojê yê di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de ye."