Heseke: Di çarçoveya lihevkirina Şamê de girtiyên HSDê tên berdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêngaveke nû ya cîbicîkirina rêkeftina HSD û Şamê de, karwaneke girtiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku di destê Hikûmeta Veguhêz de bûn, gihişt bajarê Hesekê û tên berdan.

Ew Karwan, ku hejmareke girtiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê de bû, gihişt Foca Melbiyeyê ya li gundewarê Hesekê. Ev pêngav di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileya borî ya navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de tê avêtin.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê lîsteya navên 88 girtiyên ku têne azadkirin belav kir. 

Proseya serbestberdanê di bin çavdêriya tîma serokatiyê ya taybet û bi hevahengiya Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) Merwan Elî birêve diçe.

Biryar e karwanê girtiyan piştî Foca Melbiyeyê, ber bi Bajarê Werzîşê yê li taxa Guweranê ya bajarê Hesekê ve biçe, ku li wir malbat û gel li benda pêşwaziya wan in.

Parêzgariya Hesekê beriya niha ragihandibû ku azadkirina girtiyan dê di çend qonaxan de berdewam bike heta ku ev dosye bi temamî bê girtin. Ev yek wekî nîşaneya pêşketina diyaloga navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî ya li Şamê tê nirxandin.