Îranê ragihand ku dron li ser avên Kendavê êxistiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên fermî yên Îranê ragihand ku hêzên wan ên deryayî û ewlehî kariye dronekê li ser avên Kendavê bixin xwarê. Ev pêngava leşkerî rasterast di dema danûstandinên Dewheyê de rû dide û Wezareta Derve ya Îranê jî tekez kir ku niha li ser dosyaya atomî naaxivin, belkî bala herî mezin li ser bidawîanîna şer e.
Ajansa nûçeyan a "Fars"ê ya Îranê îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) belav kir ku hêzên Îranê di çend saetên borî de, kariye dronekê li ser avên Kendavê bixin xwarê, ew jî bi rêya bikaranîna drona bi navê "Arş Kemangîr"ê ku bi sîstemeke nû hatiye çêkirin.
Ajansa navborî eşkere jî kir: "Ev operasyon bi rêya bikaranîna sîstemeke xwedan şiyanên veşartî hatiye kirin, peyameke ron û yekalîker e ji aliyê Tehranê ve û herwesa anaje ye ku tu droneke veşartî (Stealth) nikare derbazî nav asmanê Kendavê bibe."
Ev ragihandin tenê çend saetan piştî rênimayiyên Fermandarê Bingeha Navendî ya "Xatemul Enbiya"yê Lîwa Elî Ebdulahî tê, ku tê de tekez kiribû ku welatê wî sîstema nû û ya bervaniya asmanî dixe xizmetê, ji bo rûbirûbûna êrîşên asmanî bi rengekî çalaktir ji yak u hebû.
Wezareta Derve: "Em niha behsa dosyaya atomî nakin"
Ji aliyekî din ve jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di kongreyeke rojnamevanî de li Tehranê ragihand: "Îran di vê qonaxê de behsa dosyaya atomî nake, belkî bala wê li ser rawestandina şer û gihîştina bi baştirîn çareserî ye, bi wî awayî ku berjewendiyên welat biparêze."
Beqayî herwesa got: "Tehran dema bersivdana dijmin hildibijêre, wekî çawa pêştir çê bûye." Tekez jî kir ku tu garantiyek li ser pabendbûna Waşintonê bi sozên wê nîne, lê Tehran guh nade gefan û bala wê tenê li ser misogerkirina berjewendiyên wê ye.”