Şaxewan Ebdula: Civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Bexdayê erênî bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamena Iraqê ragihand ku seredana fermî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di jîngeheke pir erênî de birêve çûye, herwesa tekez kir ku pabendbûna bi destûrê yekane rêya rastîn a çareserkirina arêşeyan e.
Serokê Fraksiyona Partiya Dekomrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamena Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) eşkere kir ku di nav du rojên borî de ew bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bû, di seredana wî ya fermî û dîplomatîk de bo bajarê Bexdayê.
Dr. Şaxewan Ebdula destnîşan jî kir ku ev seredan di çarçoveya bizavên berdewam ên Hewlêrê de ye, ji bo bihêzkirina peywendî û hevahengiyê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û herwisa çespandina rêbaza diyalogê û fêmkirina ji bo çareserkirina mijarên hevpar.
Navborî ron jî kir ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê seredanê de hejmareke hevdîtinên giring ligel berpirsên bilind, serkirdeyên siyasî û kesatiyên diyar ên Iraqê kiriye. Eşkere jî kir ku danûstandinan bal kişandiye ser rewşa siyasî û giringiya vedîtina çareseriyên kiryarkî ji bo arêşeyên hilawistî, bi rengekî ku xizmeta tenahî û berjewendiyên giştî bike.
Serokê Fraksiyona PDKê herwesa got ku tevahiya hevdîtin û civînan di jîngeheke bi temamî erênî û hevfêmkirinê de hatin kirin, û hemî aliyan tekez li ser giringiya rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di bihêzkirina alîkarî, hevkarî û lihevnêzîkkirina dîtin û nerînan de kir.
Dr. Şaxewan Ebdula amaje jî kir ku tevahiya aliyan tekez kir ku pabendbûna bi destûra Iraqê û bicihanîna madeyên wê bingeha rastîn û baştirîn rêyên çareseriyê ne bo arêşeyan; ku ev dibe sedema bihêzkirina tenahiya siyasî û aborî û herwisa parastina berjewendiyên giştî yên Iraqê.