Nahît Eren: Em dixwazin di Superlîgê de mayînde bin

Diyarbekir (K24) – Amedspora ku bi derketina Superlîg a Tirkiyeyê serkeftinek dîrokî bi dest xist, amadekariya superlîgê dike. Di sezona bê de jî dê serokê Amedsporê dîsa Nahît Eren be. Nahît Eren dibêje wan dest bi xebatên nujenkirina yarîgeha rahênanê kirine. Şîrovekarên werzîşê jî dibêjin superlîg qadek zehmet e û divê Amedspor tîmek xurt û berxwedêr ava bike da ku bikaribe di superlîgê bibe mayînde .

Lijneya Bala ya Amedsporê ragihand ku wan biryar daye wek namzetê wan ê hevpar di Kongreya 1ê Hezîranê ya Asayî ya Amedsporê de piştgiriya Nahît Eren bikin ku ji bilî Nahît Eren jî namzetek din xuya nake. Piştî zelalbûna pirsa serokatiya Amedsporê, dê Amedspor lezê bide xebatên amadekariya sezona bê ya superlîga Tirkiyeyê. Rêveberiya Amedsporê dibêje ewê lijneyek nû ava bikin ku wê plansaziya transferên nû bike û pêdiviyên lezgîn ên Amedsporê destnîşan bikin.

Serokê Amedsporê Nahît Eren ji Kurdistan24ê re got: “Hêviya gelê me çi be ya me jî ew e , superlîg qadek cuda ye, zehmet e, em dixwazin superlîgê de bi awayeke berdewam tekoşîna xwe bidin û ewropayê de nunertiya gelê xwe bikin.”

Şîrovekarên werzîşê jî balê dikêşin ku divê demildest Amedspor xebatên nûjenkirina yarîgeha sereke û yarîgeha rahênanê bi dawî bike û tîmek xurt û berxwedêr ava bike, ji ber ku Superlîg qadek zehmet e û ji bo ku Amedspor bikare vê lîgê de mayînde be, divê ji hemû aliyan ve xwe xurt bike.

Şîrovekarê werzîşê Alî Fîkrî Işik dibêje: “Demildest divê tîmek mayînde were avakirin û tîmek berxwedêr, agresif û heta dawiyê bo serkeftinê têbikoşe were sazkirin. Divê rahênerek gor vê lîstikê hilbijêrin û sportîf dîrektorek jî were hilbijartin.”

Amedspor pêşî dixwaze di Superlîgê de bibe tîmek mayînde û paşê jî dixwaze kupayên nû hilde û serkeftinên nû yên dîrokî tomar bike.