Îsraîlê kuştina fermandarê nû yê baskê serbazî yê Hemasê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê bi fermî ragihand ku fermandarê nû yê Ketîbeyên Îzedîn Qesamê (baskê serbazî yê Hemasê) di êrîşeke asmanî de li nav Xezeyê kuştiye. Benjamin Netanyahu jî tekez kir ku operasyonên wan ên li dijî Hizbulahê li Libnanê berdewam in û zirarên mezin gihandine wê komê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) ragihand ku artêşa Îsraîlê kariye Fermandarê nû yê Ketîbeyên Îzedîn Qesamê (baskê serbazî yê Hemasê) "Mihemed Ewde" bike armanc; ku berî hefteyekê wekî cîgirê "Îzedîn Hedad" hatibû destnîşankirin.

Netanyahu di vî warî de ragihand: "Mihemed Ewde yek ji plandanerên komkujiya 7ê Cotmehê bû û berpirsiyarê kuştin û revandina hejmareke zêde ya sivîl û serbazên me bû."

Li hemberî vê daxuyaniyê, çavkaniyekê ji nav Tevgera Hemasê ji Kurdistan24ê eşkere kir ku heta niha nûçeya kuştina fermandarê wan ê serbazî ji aliyê dezgehên wan bi xwe ve nehatiye piştrastkirin.

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê, ku Neteweyên Yekbûyî (NY) wekî dezgeheke bawerpêkirî dibîne, hejmara kuştiyan li kerta Xezeyê gihîştiye 72 hezar û 803 kesan. Ev jî di encama bersivdana êrîşa 7ê Cotmehê de ye, ku tê de 1 hezar û 221 Îsraîlî hatibûn kuştin.

Operasyona "Nirîna Şêrî" û kuştina 2 hezar û 500 çekdarên Hizbulahê

Ji aliyeke din ve jî, Netanyahu bal kişand ser destkeftiyên welatê xwe di şerê li dijî Hizbulahê li Libnanê û ragihand ku ji destpêka operasyona "Nirîna Şêrî" ve, nêzîkî 2 hezar û 500 çekdarên Hizbulahê hatine kuştin. Tenê di dema agirbestê de, 700 çekdarên wê komê hatine jinavbirin, ku ev amar ji tevahiya kuştiyên şerê duyê yê Libnanê jî zêdetir e.

Serokwezîrê Îsraîlê di berdewamiya gotinên xwe de herwesa got ku hêzên Îsraîlê mijûlî şikandina tevahiya jêrxaneyên "tîrorîstî" yên li ser sînor in û ketine nav kûrayiya axa Libnanê.

Netanyahu amaje bi wê yekê jî kir ku welatê wî dest bi bizaveke mezin a neteweyî kiriye, bo vedîtina çareseriyên teknolojîk li dijî wan dronên teqîner ên ku Hizbulah di şer de bi kar tîne. Tekez jî kir: "Em bo çirkekê jî şer ranawestînin, heta wê dema ku ewlehiya temam a welatiyên xwe misoger dikin."