Artêşa Îsraîlê: Fermandarê baskê leşkerî yê Hamasê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê û Saziya Ewlehiya Neteweyî (Şabak) di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, wan di operasyoneke li navenda bajarê Xezzeyê de, fermandarê baskê leşkerî yê Hamasê kuştiye.

Artêşa Îsraîlê îro 27ê Gulanê aşkere kir, di encama operasyoneke hevbeş a ligel îstîxbaratê de, fermandarê pilebilind ê Hamasê Mihemed Ode hatiye armancgirtin û kuştin.

Li gorî agahiyên artêşê, Mihemed Ode tenê berî du heftiyan postê fermandariya baskê leşkerî yê Hamasê li Xezzeyê wergirtibû. Operasyon bi rêya êrîşeke esmanî li ser çend avahiyên li navenda bajarê Xezzeyê pêk hat ku mîna veşartgeh dihatin bikaranîn.

Herwiha hat diyarkirin ku di êrîşê de, joreke li tenîşta veşartgeha Ode jî hatiye rûxandin, ku tê de yek ji beşdarên êrîşa 7ê Cotmehê û alîkarê nêzîk ê Ode cih digirt.

Mihemed Ode beriya bibe fermandarê leşkerî, berpirsê îstîxbarata Hamasê bû. Îsraîl wî wekî yek ji pîlansaz û koordînatorên sereke yên êrîşa 7ê Cotmehê tawanbar dike. Ode wekî yek ji dawîn serkirdeyên herî bandorker ên leşkerî dihat dîtin ku serperişta şerê li dijî hêzên Îsraîlê dikir.

Berpirsên serbazî yên Îsraîlê ragihandin, kuştina Mihemed Ode "derbeyeke mezin" e li hewldanên Hamasê yên ji bo ji nû ve avakirina hêzên xwe yên leşkerî û birêvebirina operasyonên li dijî artêşê.