Marco Rubio: Tengava Hurmizê dê bi her awayî vekirî bimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, welatê wî dê bi her şêweyî rê li ber girtina Tengava Hurmizê bigire û ev Tengava stratejîk dê vekirî bimîne. Rubio diyar kir ku tevî zextên serbazî, dîplomasî hîn berdewam e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, îro 27ê Gulanê ji rojnamevanan re got: "Tengav divê vekirî bin. Bi her şêweyî be, ew dê bêne vekirin û divê bi vekirî jî bimînin." 

Di heman demê de, Rubio aşkere kir, danûstandinên ji bo gihiştina peymanekê ligel Îranê hîn bidawî nebûne û got: "Ev prose dibe ku çend rojên din jî dewam bike."

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" derbarê mercên peymanê de helwesta xwe diyar kir û got: "Rêkeftina ligel Îranê yan dê peymaneke tije destkeft û bi wate be, yan jî dê ti rêkeftin nebe. Ew ê bi temamî berovajî peymana karesatbar a serdema Obama be, ku rêyeke rasterast û vekirî bû bo Îranê, da bibe xwedî çekên atomî. Nexêr, ez peymaneke bi wî şêweyî nakim!"

Ev geşedan di demekê de ne ku 39 roj in di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de şerekî dijwar berdewam dike. Hewldanên dîplomatîk ji bo rawestandina şer û gihiştina peymaneke giştgir zêde bûne.

Ji aliyê din ve, Îran ku di nav krîzeke kûr a aborî de ye, azadkirina milyaran dolarên xwe yên blokekirî yên li derve, wekî mercekî bingehîn ji bo her lîktêgihiştinekê datîne ser maseyê.