Droneke Rûsyayê avahiyeke Romanyayê kir armanc; NATO û Yekîtiya Ewropayê hişyariyê didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber êrîşeke dronî ya Rûsyayê bo ser avahiyeke xwecihbûnê li bajarê Galatiyê yê Romanyayê, du kes birîndar bûn. Hikûmeta Buxarestê ev êrîş wekî "pêşveçûneke xeter û neberpirsyarane" binav kir û hevpeymaniya NATOyê jî reftarên Moskoyê wekî "bêwijdanî" wesif kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Romanyayê ragihand ku saet 1:00 ê serê sibeha îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) piştî ku droneke Rûsyayî derbaz bû nav asmanê welatê wan, du balafirên şer ên ji corê F-16 bi lez bo wê deverê hatin şandin. Ew dron ket ser banê avahiyeke xwecihbûnê li bajarê Galatiyê, ku dikeve ser kinarên rûbarê Danûbê û nêzîkî sînorên Ukraynayê, ku ji ber wê yekê agir berbû wî avahî.
Ev rûdan, ku bûye sedema birîndarbûna du kesan, wekî xetertirîn bandora serbazî ya şerê çarsalî yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê li ser welatekî endamê NATOyê û Yekîtiya Ewropayê tê hejmartin. Ev jî di demekê de ye ku di hefteyên borî de jî çend dron derbaz bûne nav axa welatên Baltîk û di Îlona borî de jî nêzîkî 20 dronên Rûsyayî asmanê Polonyayê binpê kiribûn.
Romanyayê endamên Ewlehiya Neteweyî civandin û daxwaza sîsteman ji NATOyê kir
Serokê Romanyayê Nicușor Dan ragihand: "Romanya di bin tu rewşekê de qebûl nake ku ew şerê destdirêjiyê yê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin bo ser welatiyên me bê veguhastin." Serokê Romanyayê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya welatê xwe civand û daxwaz ji Wezareta Derve kir ku hejmareke rêkarên dîplomatîk ên tund li beramberî Moskoyê werbigirin.
Herwisa Romanyayê bi rengekî fermî daxwaz ji hevpeymanên xwe yên di NATOyê de jî kir ku sîstemên berevaniyê yên dijî dronan zêdetir di nav axa wê de binecih bikin. Wezareta Derve ya Romanyayê jî di daxuyaniyekê de amaje da ku ev binpêkirineke tund qanûnên navdewletî ye û dê bersivên dîplomatîk hebin.
Berdevka Hevpeymaniya NATOyê Elîson Hart jî ji aliyê xwe ve "kiryarên Rûsyayê" şermezar kirin û ragihand ku NATO dê li ser bihêzkirina berevaniya xwe ya li dijî tevahiya gefan berdewam be, hevdem Skrtêrê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ligel berpirsên Romanyayê di peywendiyên berdewam de ye.
Yekîtiya Ewropayê: Rûsyayê xeteke din a sor derbaz kir
Ji aliyekî din ve jî, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku şerê Rûsyayê xeteke din a sor derbaz kir. Wê amaje bi wê yekê j’ kir ku Yekîtiya Ewropayê dê li ser bihêzkirina ewlehiya sînorên xwe yên rojhilatî berdewam be û dê zextên xwe li ser Moskoyê zêdetir bike, ku di nav wan de amadekirina pakêteke nû ya cezayan li dijî Rûsyayê heye.