Amerîkayê 8 tohmetên giran arasteyî serkirdeyê Ketayîb Hizbulahê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Dad a Amerîkayê bi rengekî fermî heşt tohmetên cuda cuda arasteyî Mihemed Baqir Seid Dawid Seidî kirin, ku welatiyekî xwedan nasnameya Iraqî û Îranî ye, ew jî ji ber çalakî û peywendiyên wî yên bi Ketayîb Hizbulah û Artêşa Pasdarên Îranê re.
Wezareta Dad a Amerîkayê îro (Înî, 29ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ev tohmetbarê 32 salî tevlî danana pilan û hevahengiyê bo kirina nêzîkî 20 êrîş û bizavên êrîşkirinê li seranserî Ewropa û Amerîkayê bûye. Ew hemî jî di çarçoveya kar û çalakiyên wî yên tundrêtiyê de hatine vavartin.
Lîsteya wan tohmetên ku arasteyî Seidî hatine kirin, komeke tawanên giran di nav xwe de ne, ku yên herî giring ev in:
- Pilandanan û pêşkêşkirina piştgiriya madî bo Ketayîb Hizbulah û Artêşa Pasdarên Îranê.
- Kirina bizavan bo kiryarên terorîstî yên pirneteweyî û teqandina cihên giştî.
- Têkbirina mal û milkan bi rêya teqemeniyan û dabînkirina darayî bo terorê.
Li gorî qanûnên Amerîkayê, cezayê van tawanan ji pênc salên zindankirinê dest pê dike û bo hindek ji wan tohmetan jî heta zindana heta-hetayê jî diçe.
Daxuyaniyên dozgerên Amerîkayê: "Wî pilana kiryarên xwînawî li Amerîkayê danabû"
Dozgerê Gştî yê Amerîkayê bi wekalet Todd Blanche jî di vî warî de amaje bi wê yekê kir ku Seidî wekî serkirdeyekî Ketayîb Hizbulahê rasterast tevlî biryarên serbazî bûye, bo êrîşkirina li ser berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê li cîhanê, û pilan bo kiryarên xwînawî li nav axa Amerîkayê danane.
Dozgerê Gştî yê Amerîkayê tekez jî kir ku ew çaverê dikin ku Mihemed Baqir Seid Dawid Seidî li gorî qanûnên Amerîkayê li dadgeheke navxweyî ya Amerîkayê rûbirûyî dadperweriyê bê kirin.
Ji aliyekî din ve jî, Dozgerê Gştî yê Amerîkayê li devera başûrê New Yorkê Jay Clinton ragihand ku Mihemed Baqir Seidî li gel rêxistinên terorîstî hevahengî kiriye, bo arastekirina êrîşan û armanckirina xelkê sivîl li nav Amerîkayê, ku ev wekî parek ji wan çalakiyên metirsîdar e yên ku ewlehiya navdewletî xistine ber xeterê.
Paşxaneya girtina wî û helwesta Ketayîb Hizbulahê
Desthilatdarên Amerîkayê di 16ê Gulana 2026ê de girtina serkirdeyekî Ketayîb Hizbulaha Iraqî ya alîgira Îranê ragihandibû, bi tohmeta danana pilanan bo kirina êrîşan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Kanada û Ewropayê, ku di nav wan de êrîşên terorîstî bo ser bingeh û cihên Cihûyan hebûn.
Herwesa Fermandarê Ewlehiyê yê Ketayîb Hizbulah Ebû Mucahid Esaf jî li roja Duşemê, 18ê Gulana 2026ê, di daxuyaniyekê de diyar kiribû: "Ew kesê ku hatiye revandin û navê wî Mihemed Baqir Seidî ye girêdayî koma Ketayîb Hizbulahê nîne." Lê di eynî demê de ew wekî yek ji "xweşevî û piştgirên Miqawemeyê" wesif kiribû û gotibû: "Ew dê bi serbilindî vegere welatê xwe."