Qalîbaf: Bêyî garantiya mafên me, em rêkeftinê nakin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamena Îranê ragihand, welatê wî dê serî li ber zextên Amerîkayê neçemîne û ti peymanekê ku mafên gelê Îranê binpê bike, îmze nake.
Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro 31ê Gulana di gotarekê de bal kişand ser rageşiya navbera Tehran û Washingtonê. Qalibaf destnîşan kir, Îran niha di "qonaxeke nû ya şer" de ye û got: "Dijmin di vê qonaxê de bi riya zextên aborî û şerê medyayê hewl dide yekrêziya me ya navxweyî têk bibe û me neçarî teslîmbûnê bike, lê ev xeyaleke pûç e."
Daxuyaniyên Qalîbaf di demekê de ne ku rojnameya "New York Times" aşkere kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump mercên xwe yên ji bo rêkeftineke nû girantir kirine, bi taybetî di dosyaya materyalên atomî de. Qalibaf li ser vê mijarê got: "Heta em piştrast nebin ku hemû mafên gelê me têne parastin, em ti rêkeftinê qebûl nakin."
Ji aliyê din ve, Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel "Fox News" diyar kir ku Tehranê garantî daye ku çekên atomî çê nake, lê hişyarî da ku heke daxwazên Washingtonê neyên cih, "dê kar bi şêweyekî din bimeşin."
Herwiha Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth jî gef xwar ku heke dîplomasî biser nekeve, ew amade ne vegerin ser şerê leşkerî yê li dijî Îranê.
Şerê rasterast ê di navbera Amerîka û Îranê de ku ji 28ê Sibata borî ve dest pê kiriye, bandoreke giran li aboriya cîhanê kiriye. Niha "Tengava Hurmizê" û "Dosyaya Atomî" wekî du astengên herî mezin li pêşiya aştiyê dimînin.
Tehran daxwaz dike ku mijara atomî piştî rêkeftina giştî were gotûbêjkirin, lê Washington pêşwext garantiyan dixwaze.