Li Hesekê 1411 mamosteyên ku ji kar hatibûn dûrxistin vedigerin ser karê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê ragihand, wan 1411 mamosteyên ku berê ji ber helwestên wan ên siyasî ji kar hatibûn dûrxistin, vegerandine ser karên wan.

Ji bo çareserkirina rewşa wan xebatkarên perwerdeyê yên ku di dema Şoreşa Sûriyeyê de ji ber helwestên xwe ji kar hatibûn dûrxistin, Rêveberiya Perwerdeyê ya Hesekê bi hevahengiya ligel Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed û Wezareta Perwerdeyê, girêbestên nû bi van mamosteyan re îmze kirin.

Rêveberê Perwerdeya Hesekê Dr. Ednan Berî diyar kir, ji dema vekirina rêveberiyê ve, wan komîteyên pispor ji bo nirxandina daxwazên mamosteyên dûrxistî ava kirine. Herwiha da zanîn, van komîteyan daxwazên hemû mamosteyên ku bi sedemên siyasî ji kar hatibûn avêtin, bi baldarî lêkolîn kirine.

Li gorî Berî, komîteyan li gorî pîver û şertên diyarkirî daxwaz qebûl kirine û di encamê de, girêbest bi 1411 mamosteyan re hatine îmzekirin, da ku careke din dest bi karê xwe bikin.

Di serdema rejîma Beşar Esed de, li parêzgeha Hesekê hejmareke mezin a mamosteyan ji ber helwesta wan a siyasî, ji kar hatibûn dûrxistin.