Elî Zeydî: Danana çekan pêngaveke erênî ye bo çespandina qanûnê

Serokwezîrê Iraqê bo aliyan: Berjewendiyên neteweyî bixin pêşiya her tiştekî

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê pêşwaziya biryara hejmareke komên çekdar ên Iraqê kir, ku çekên xwe radestî dewletê dikin, û ragihand; sepandina desthilata dewletê û serweriya qanûnê parastina tevahiya destkeftiyên neteweyî yên gelê Îraqê garantî dike.

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê peyamek belav kir û tê de nivîsî: "Em pêşwaziya biryara hejmareke komên çekdar bo radestkirina çekên xwe bo dewletê dikin."

Serokwezîrê Îraqê amaje bi wê yekê jî da ku ev biryar tekezkirin e li ser kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve. Wî aşkere jî kir: "Ev pêngav dê bibe sedema bihêzkirina rola hêzên me yên çekdar bi tevahiya pêkhateyên wan ve, herwisa piştgiriyek e bo berjewendiyên bilind ên neteweyî yên gelê Îraqê jî."

Bihêzkirina serweriya qanûnê û parastina dewletê

Zeydî herwesa bal kişandiye ser giringiya vê werçerxanê li ser asta avakirina dewletê û nivîsiye: "Ev araste pêngaveke erênî ye ku rêya avakirina dewletê û çespandina serweriya qanûnê bihêz dike. Herwesa tekezê li ser pabendbûna bi destûr û dezgehên fermî dike, bi vî awayî jî pişkdariyeke çalak di çespandina ewlehî û tenahiyê, vegerandina rûmetê bo dewletê û parastina wan destkeftiyên neteweyî yên ku bi qurbanîdana tevahiya Îraqiyan hatine bidestxistin de dike."

Li ser asta xizmetkarî û aborî jî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ron jî kir: “Sepandina desthilata dewletê û bicihanîna qanûnê dê bo destpêkirina projeyên pêşxistin û xizmetkariyan bibe alîkar, ku keç û kurên gelê me yê rêzdar li bendê ne, herwesa jîngehekê dabîn dike ku aboriya neteweyî û aştiya civakî tê de pêş bikevin û careke din vejîn.”

Banga vekirî bo aliyên siyasî

Elî Zeydî di dawiya peyama xwe de bangeke vekirî arasteyî tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê kir û ragihand: "Ez daxwaz dikim ku hûn danûstandin û hevkariyê bidomînin û bi rûhiyeteke tije ji berpirsiyariya neteweyî kar bikin. Divê berjewendiya Îraqê li pêşiya tevahiya dîtin û hincetên din bê danan, bi rengekî ku tenahiyê bihêztir bike û asoyekî berfirehtir bo pêşxistin û avedankirinê veke."

Ev pêşveçûna nû piştî wê yekê tê ku hejmareke komên çekdar ên girêdayî eniya "Miqawemeya Îslamî li Îraqê" biryar daye ku ji Desteya Heşda Şebî cuda bibin û çekên xwe bi temamî radestî hikûmeta federal a Bexdayê bikin.