Tevgera Nucebayê: Çekê me xeta sor e û em destan jê bernadin

Tevgera Nucebayê
Tevgera Nucebayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Nucebayê careke din helwesta xwe ya tund a li dijî pêvajoya "danana çekan" ragihand û tekez kir ku ew destan ji Eniya Miqawemeyê û çekê xwe bernade.

Tevgera Nucebayê îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) di beyannameyekê de ragihand; helwesta wê li ser wî çekê ku bo berevanîkirina ji pîroziyên Îraqê û gelê wê hilgirtiye binecih e û naye guhertin. Amaje bi wê yekê jî kir ku ev helwesteke ron a Emîndarê Giştî yê wê tevgerê Ekrem Kabî ye.

Kabî: Îsraîl Amerîkayê han dide; çekê me xeta sor e

Ekrem Kabî pêştir jî li ser platforma “X”ê Îsraîl tohmetbar kiribû ku Amerîkayiyan bo azirandina mijara çekê komên çekdar pal dide. Kabî herwesa gotibû: "Çekê Eniya Miqawemeyê xeta sor e, me Îraqa xwe pê ji DAIŞ û Amerîkayiyan parast; heta ku yek henase di canê me de mabe, em çekan radest nakin, heta eger em canê xwe jî li ser danin."

Ji aliyekê din ve jî, Serokê Encûmena Bicihanînê ya Nucebayê Nazim Saidî ragihand ku ew xala di karnameya hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî de bo "kozkirina çekan di destê dewletê de" hatiye, çekê wan venagire, belkî merem jê ew çek in ên ku dibin sedema "têkdanê".

Berfirehbûna eniya danana çekan û fersendên kar

Ev dijberiya Tevgera Nucebayê di demekê de ye ku Çarçoveya Hevahengiyê piştgiriya xwe bo Serokwezîr Elî Zeydî diyar kiriye, bo rêkxistina çekan û cudakirina Heşda Şeibî di hevrikiyên siyasî de. Ev pêngav piştî wê yekê hat ku Rêberê Tevgera Neteweyîb  ya Şîeyan Muqteda Sedir biryar da ku "Seraya Selam" ji tevgera xwe cuda bike û bixe bin fermandariya dewletê.

Piştî Sedir, her yek ji Esayîb Ehlî Heq û Ketîbeyên Îmam Elî pêngavên wesa avêtin û lîjneyên taybet bo cudakirina baskên xwe yên serbazî û radestkirina çek û kelûmelên xwe yên serbazî bo dewletê ava kirin.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên haydar aşkere kiriye ku hikûmet û aliyên siyasî di civînekê de lihev kiriye ku 35 hezar fersendên kar bo wan çekdaran terxan kirine ên ku razî dibin çekên xwe radest bikin û tevlî dezgehên sivîl û ewlehiyê yên dewletê bibin.