Îbrahîm Rezayî ji K24ê re: Ti hêviya me ji bo gihîştina rêkeftinekê bi Amerîkayê re nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komîta Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24’ê, hûrguliyên peywendiyên nerasterast ên bi Amerîkayê re, amadekariyên şer û helwesta Tehranê ya li hemberî welatên Kendavê aşkere kir.

Berdevkê Komîta Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî, îro 4’ê Hezîrana 2026’an, bersiva pirsên malpera Kurdistan24’ê da. Rezayî destnîşan kir, niha ti peywendiyeke rasterast di navbera Tehran û Washingtonê de nîne û peyam bi riya welatên navbeynkar, bi taybetî bi riya Pakistanê û çend welatên din ên navçeyê, têne veguhastin.

‘Em ji bo şerekî nû amade ne’

Rezayî di derbarê egera rêkeftineke nû de bêhêviya xwe anî ziman û got Amerîka welatekî wiha nîn e ku mirov pê bawer bibe. Rezayî wiha axivî: "Ezmûnên me nîşan didin ku Amerîkî nayên bawerkirin. Di du danûstandinên borî de, tam dema ku guftûgo berdewam bûn wan êrîşî me kir. Ji ber wê, em niha xwe ji bo şerekî din amade dikin û bala me li ser parastina welêt e li dijî her cure êrîşkariyê."

Rezayî peyameke tund ji Koşka Spî re şand û got: "Top li meydana Amerîkayê ye. Hêlên me yên sor zelal in. Amerîka divê biryarê bide; gelo dixwaze bi dîplomatên me re bigihîje encamekê, yan jî dixwaze bi mûşekên me re rûbirû bibe?"

‘Ji Firokxaneya Kuweytê êrîşî me hat kirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de, Rezayî behsa peywendiyên bi welatên Kendavê re kir û diyar kir ku peywendiyên wan bi Oman û Qeterê re di asta herî bilind de ne.

Lê Rezayî rexneyên giran li hin welatên din girtin û got: "Hin welatên Kendavê di bin kontrola Amerîkayê de ne. Di şerê dawî yê ku li ser me de hat ferzkirin, wan ax û derfetên xwe xistin xizmeta dijminên me. Bo nimûne, dema ku ji Firokxaneya Kuweytê êrîşî welatê me tê kirin, em nikarin çavên xwe ji vê re bigirin. Em neçar man ku bi heman rengî bersiv bidin."

Rezayî bang li welatên Kendavê kir ku serbixwe bin û nebin "bindestên Amerîka û Siyonîstan."

Sedema êrîşan: Piştgiriya ji bo Filistînê

Li ser sedema girjî û êrîşên dawî yên Amerîka û Îsraîlê, wî berpirsê Îranî got ku ev yek ji ber helwesta wan a li ser doza Filistînê ye: "Tenê 'sûcê' Îranê piştgiriya zarokên bindest ên Xezzayê ye. Sedema sereke ya êrîşên rejîma Siyonîst û Amerîkayê tenê helwesta me ya li ser Filistînê ye."

‘Îran dest ji bernameya atomî ya aştiyane bernade’

Di dawiya daxuyaniya xwe ya bo Kurdistan24'ê de, Îbrahîm Rezayî tekezî li ser berdewamiya xebatên wan kir û ragihand, ew ê bi ti awayî dest ji mafên xwe bernedin. 

Rezayî diyar kir ku pîşesaziya atomî ji bo wan giringiyeke stratejîk e û wiha got: "Dijmin ji bo rawestandina me her rê ceriband, lê bi ser neket. Lewma di vê qonaxê de, Îran bi ti awayî dest ji bernameya xwe ya atomî ya aştiyane bernade û em hewcedarê ti lihevkirinên nû nînin ku mafên me binpê bikin."

Rezayî dubare kir ku raportên navdewletî jî îspat dikin ku bernameya wan tenê ji bo armancên sîvîl û aştiyane ye.