Bakurê Kurdistanê: Berfê rê girtin û haydariya çêbûna lehiya hat weşandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Di demekê de ku çaverê dihat kirin werzê Havînê û germê dest pê bike, keşûhewayeke neasayî deverên cuda cuda yên Bakurê Kurdistanê vegirtin; ji aliyekî ve berfê rêya zozanên Erdexanê girtiye û ji aliyekê din ve jî hişyariya baranên xurt û lehiyan bo çend bajarên din tê dan.
Li bajarkê Hanakê yê girêdayî parêzgeha Erdexanê li Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfeke ji nişkê ve di meha Hezîranê de, rêya zozanan hat girtin û gundî nikarin biçin ser kar û cihên xwe. Ji ber vê pêla berfê, piranîya wan rêyên ku diçin zozanan ji kar ketine.
Tîmên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê bi amûrên giran dest bi paqijkirina rêya gelek gundan kiriye. Li hin deveran stûriya berfê gihîştiye yek metreyê, ku vê yekê jî karê tîman girantir kiriye.
Her ligel vê barîna berfê, Rêveberiya Giştî ya Keşnasî ya Tirkiyeyê raporta xwe ya herî nû belav kir û tê de hişyariyê li ser çêbûna pêleke baran û birûskê dide. Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, pêşbînî tê kirin ku barana xurt û birûsk bajarên Meletî, Mûş û Wanê vebigrin.
Keşnasî herwesa daxwazê ji welatiyên wan deveran dike ku hişyarî xeteriya çêbûna lehiyên ji nişkê ve bin. Herwesa bal kişand ser wê yekê jî ku ev keşûhewayê nebinecih û baranî dê li piraniya deverên Bakurê Kurdistanê berdewam be.
Guhertinên tund ên keşûhewayê yên van salên dawiyê li seranserî cîhanê bandor li deverên çiyayî yên Bakurê Kurdistanê jî kiriye. Barîna berfê di destpêka meha Hezîranê de li parêzgehên wekî Erdexan û Qersê, her çend bala geştiyaran bikişîne jî, lê her sal zirarên mezin digihîne ser xwediyên pez û gundiyên ku ji bo çerandina lawiran berê xwe didin zozanên bilind.