Reuters: Hizbulah û Îsraîl agirbestê red dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî raporteke Ajansa Reutersê, aloziyên Rojhilata Navîn derbaz dibin nav qonaxeke nû; di demekê de ku Donald Trump bizavê ji bo aramkirina rewşê dike, Hizbûlaha Libnanî û Îsraîl bi tundî lihevkirina agirbestê û vekişandina hêzan red dikin, Tehran hişyariya tund dide û şer jî ewlekariya enerjiyê cîhanî li Tengava Hurmizê dixe xeterê.
Tehranê agirbesta Libnanê bo her lihevkirineke aştiyê ligel Waşintonê kiriye şertekî sereke û di çend rojên borî de hişyarî daye ku eger Îsraîl êrîşên xwe ranewestîne, ew dê neçar bibin ku rasterast destwerdanê di şer de bikin.
Ev jî di demekê de ye Rêberê Hizbûlaha Libnanî Neîm Qasim ew lihevkirina ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Hikûmeta Libnanê de hatibû amadekirin bi tundî red kir. Hevdem Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku hêzên wan ji Libnanê venakişin û dê li ser operasyona ku ji meha Adara îsal ve hatiye destpêkirin berdewam bin.
Her çend Trump behsa kêmkirina şer dike, lê amaran rûyeke din ê şer nîşan da û vê hefteyê Xeze, bakurê Îsraîlê û heta Kuweyt jî di bin mûşekbaranê de bûn. Deshilatdarên Kuweytê ragihand ku balafirxaneya welatê wan ketiye ber êrîşên hêzên Îranê, ku di encamê de kesek hat kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn; wekî bersiv jî artêşa Amerîkayê êrîşî derdora Tengava Hurmizê kir.
Şer zirarên mezin gihandine aborî û veguhastina enerjiyê li Tengava Hurmizê û li Omanê jî êrîşeke dironî bûye sedema teqîn û rawestandina veguhastina petrolê li termînala Mîna El-Fehlê.
Herwesa datayan nîşan da ku hinardekirina petrola Îranê gihîştiye nizmtirîn asta 6 salên borî, di demekê de ku Rêberê Nû yê Îranê Mucteba Xameneyî di peyamekê de got: "Dijminên Îranê di meydanê de şikest xwarine." Donald Trump jî, ku di bin zexta hilbijartinên meha Mijdarê de ye, tekez dike ku ew rêyê nade ku Îran bibe xwediya çekê atomî.
Tengava Hurmizê wekî şahdemara aboriya cîhanê tê dîtin, ku piranîya petrola Rojhilata Navîn di wê derê re derbaz dibe bazarên cîhanî. Ji ber vê yekê, her aloziyeke serbazî ya di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de li vê deverê rasterast bandorê li ser bihayê enerjiyê û ewlekariya deryayî ya navdewletî dike û xetera şerekî herêmî yê berfireh zêdetir dike.