Artêşa Îsraîlê daxwaza valakirina pênc bajarokên Libnanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê hişyariyeke lezgîn da niştecîhên pênc navçeyên başûrê Libnanê û daxwaz kir ku demildest malên xwe vala bikin. Ev daxuyanî di demekê de tê ku tenê rojek bi ser ragihandina agirbestê re derbas bûye û her du alî hevdu bi binpêkirina peymanê tawanbar dikin.

Artêşa Îsraîlê îro 6ê Hezîrana 2026an, daxuyaniyek belav kir û bang li niştecîhên şarokeyên Ermetî, Meşxerê, Kefr Hune, Sêcid û Ensarîyeyê kir ku demildest ji malên xwe derkevin û biçin bakurê Çemê Zehranî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Hizbullahê peymana agirbestê binpê kiriye, lewma artêşa Îsraîlê dê bi tundî bersiv bide. Her wiha hişyarî hat dayîn ku welatî ji bingeh û saziyên leşkerî yên Hizbullahê dûr bikevin, da ku jiyana wan nekeve metirsiyê. Artêşê tekez kir ku "mebesta wan ne gihandina ziyanê bi xelkê sivîl e."

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wî bi her du aliyên Îsraîlî û Libnanî re peywendî daniye da ku peymana agirbestê were cîbicîkirin. 

Tevî hewlên dîplomatîk, rageşî li ser erdê berdewam dike. Artêşa Libnanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, di encama êrîşên asmanî yên artêşa Îsraîlê de, du serbazên pilebilind ên Libnanî canê xwe ji dest dane.

Ev geşedan di demekê de ne ku tenê rojek berê agirbestek di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hatibû ragihandin. Li gorî mercên peymanê, divê Hizbullah hemû êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê rawestîne, lê daxuyaniyên dawî nîşan didin ku agirbest bi metirsiyeke mezin a hilweşînê re rûbirû ye.