Raporeke Amerîkî gumanê dixe ser rêkeftina Trump a bi Îranê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Amerîkî CNN, gumanê dixe ser rastî û hûrgiliyên wê rêkeftina ku Donald Trump ragihandiye ku bi Tehranê re pêk aniye. CNN dibêje: "Dibe ku ev tenê hewldaneke propagandayê be."

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wan bi Îranê re ji bo dawîanîna li şer û rêgirtina li ber çekên atomî "rêkeftineke mezin" îmze kiriye, ajansa CNNê di raporeke taybet de pirsên cidî li ser vê daxuyaniyê bilind kirin.

Rapora CNN balê dikişîne ser wê nakokiya ku di nava rojekê de di helwestên Trump de derketiye holê. Serê sibê roja Pêncşemê, Trump gefa bombekirina navendên petrolê yên Îranê li Girava Xargê dixwar, lê tenê çend saet şûnda ragihand ku "rêkeftineke dîrokî" hatiye îmzekirin.

Li gorî CNN, ev guhertina ji nişka ve wekî hewldanekê tê dîtin ku Trump xwe ji şerekî dirêj rizgar bike. Şerê ku Trump digot dê tenê çend hefteyan bikişîne, heta Havînê dirêj kir û ziyaneke mezin gihand pêgeha wî ya siyasî ya li navxweya Amerîkayê.

Di raporê de Trump bi tundî tê rexnekirin, ji ber ku wî di sala 2018an de rêkeftina atomî ya serdema Obama hilweşandibû; rêkeftinek ku ji ya niha hîn tundtir û hûrgiltir bû. CNN vê pirsê dipirse: "Ma ev şerê ku bi mîlyonan dolar zirar gihandiye Amerîkayê û aboriya cîhanê serûbin kir, bi rastî Amerîka gihand asteke ewletir?"

Mijarên sereke nehatine çareserkirin

Her çend Îsraîlê heta niha rasterast rexne li Trump negrtibe jî, nîşane hene ku Washington û Tehran li ser pirsên sereke negihîştine encamê. Mijarên wekî:

- Jinavbirina uranîyuma dewlemendkirî

- Hilweşandina jêrxana atomî

- Dawîanîna li piştgiriya milîsên wekî Hizbullahê.

Ji aliyekî din ve, Komariyan bi guman li her tawîzeke darayî dinêrin, bi taybetî eger Trump razî bibe ku bi mîlyaran dolarên Îranê yên blokekirî azad bike. 

CNN tekez dike ku ne giring e Trump çi dibêje; ya herî giring ew e ka gelo Îran dê pabendî îmzeya xwe bibe yan na? Di rojên pêş de hûrgilî dê derkevin holê û wê çaxê dê diyar bibe ka ev bi rastî "rêkeftineke mezin" e yan tenê "vegera demjimêrê ya ser xala sifir" e.