Hizbullahê êrîşî hêzên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hizbullaha Libnanê ragihand, wan li herêmên Şemaa û Reşafê yên li başûrê welat, bi dronên bombekirî û mûşekan li leşker û wesayîtên serbazî yên Îsraîlê xistine.

Hizbullahê îro 14ê Hezîrana 2026an di du daxuyaniyên cuda de aşkera kir, hêzên wan li dijî pêşrewiya artêşa Îsraîlê operasyon pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, li bajarokê Şemaa yê li başûrê Libnanê, hêzeke Îsraîlê ya ku di nav avahiyekê de bicih bûbû, bi droneke bombekirî hat armancgirtin.

Hizbullahê her wiha ragihand, li bajarokê Reşafê jî, komeke leşkeran û çend wesayîtên serbazî yên Îsraîlê bi mûşekan hatine lêdan. Her wiha destnîşan kir, ev êrîş "di çarçoveya mafê parastina rewa ya ax û gelê Libnanê de û wekî bersivekê bo binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî peymana agirbestê" pêk hatine.

Îsraîl: Em ê bi tundî bersiv bidin

Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serokerkanê Artêşê hemû fermanberên serbazî agahdar kiriye ku li hemberî her êrîşeke li ser ax û welatiyên Îsraîlê, dê bersiveke wan a "tund û bilez" hebe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Îsraîlê ji bo parastinê û êrîşê di amadebaşiya tam de ye.

Ev aloziyên serbazî di demekê de ne ku gihîştina lihevkirineke dîrokî û îmzekirina yadaşnameyeke hevtêgihiştinê di navbera Amerîka û Îranê de ji her demê nêzîktir xuya dike. Lê belê, pisporên siyasî hişyariyê didin ku êrîşên dualî yên Îsraîl û Hizbullahê, dikarin pêvajoya danûstandinan û hewildanên aştiyê yên li navçeyê têk bibin.