Trump nûçeya dana 300 milyar dolaran bo Îranê red kir

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ew zanyarî red kirin ên ku behsa dana 300 milyar dolaran ji aliyê welatê wî ve bo Îranê dikin, hevdem gotgotkên bi wî rengî wek "nûçeyên sexte" bi nav kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) di peyamekê de li ser platforma "Truth Social"ê ragihand ku Waşinton ti miqdarekî pereyan bi bihayê 300 milyar dolaran nade Îranê. Wî amaje jî da ku tiştê bo Amerîkayê giring "serkeftin, daxistina nirxê petrolê û bidestxistina destkeftiyan" e.

Trump di peyama xwe de herwesa êrîş kir ser hevrikên xwe yên Demokrat û ew nûçe wekî bangeşeya siyasî wesif kirin, daxwaz jî kir ku wekî belgeyek bo serkeftina siyaseta wî, li pêşkeftina bazara pişkan bên temaşekirin.

Ev redkirina Trump di demekê de ye ku reşnivîsa yadaşta jihevtêgihîştinê ya ku radestî Kongreyê hatiye kirin, amajeyê bi planeka hevpar dike bo avedankirin û pêşxistina aboriya Îranê bi bihayê herî kêm 300 milyar dolaran, ku biryar e ligel hevpariyên herêmî bê kirin.

Ev karvedana Donald Trump nîşaneya duberekiya navxweyî ya Amerîkayê ye li ser awayê serederîkirina ligel dosyaya Îranê, piştî pêngavên dawiyê yên kêmkirina dorpêçan.

Di demekê de ku di asta dîplomatîk û reşnivîsên Kongreyê de behsa planên mezin ên aborî û avedankirinê bo misogerkirina peymana herêmî tê kirin, Trump ji ber zextên navxweyî û hilbijartinan naxwaze wekî "pêşkêşkarê alîkariyên darayî bo Tehranê" bê nîşandan û zêdetir giranî dide ser daxistina nirxê enerjiyê û berjewendiyên aboriya Amerîkayê.