Ozgur Ozel serdana Diyarbekirê kir
Diyarbekir (K24) - Ozgur Ozel piştî biryara dadgehê ya betalbuna serokatiya wî ya CHPê yekem serdana xwe ya Bakurê Kurdistanê bo Diyarbekir kir. Di serdanê de amaje kir ku Silhedîn Demîrtaş bo wî siav şandine û silavê Demîrtaş ser seran ser çavan.
Ozgur Ozel ê bi biryara dadgehê serokatiya CHPê jê hatî standin serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê kir. Ozgur Ozel pêşî li navçeya Sûra dîrokî çû Mizgefta Mezin û Nimêja Înê kir û paşê jî li gel şandeya CHPê serdana esnafên Sûrê kir.
Ozgur Ozel di serdana xwe ya Sûrê de bi esnafan re axifî, li tama cigera Diyarbekirê nihêrî, qehweya kurdî vexwar û li gel welatiyan wêne kêşandin. Di serdana Diyarbekirê ya Ozgur Ozel de, Parlementerê CHPê yê Diyarbekirê Sezgin Tanrikulu û Hevjîna Tahir Elçî û Parlementera CHPê ya Stenbolê Turkan Elçî jî cih girtin û serdana Minareya Çarling ya ku Tahir Elçî lê hatibu kuçtin kirin.
Li ber Minareya Çarling, Ozgur Ozel daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku Selahettin Demîrtaşî bo wî silav şandine û anî zimên ku silavên Demîrtaş û kurdan li ser seran ser çavan. Ozgur Ozel bal kêşand ku Diyarbekir bajareke wisa ye ku ji qeyûman gelek kêşaye û CHPê jî ji qeyûman kêşaye û wan avahî li pey xwe hiştine û dimeşin.
Ozgur Ozel piştî wê daxuyaniyê serdana cotkaran kir û li gel saziyên sivîl jî civînek pêk anî. Ozgur Ozel li gel malbatên Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku jî hevdîtin pêk anîn ku dozên Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku de hîn jî gelek mijarên nehatîn ronîkirin hene.