Li 24 parêzgehên Tirkiyeyê 122 kes bi tometa “madeyên hişbir” hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di operasyonên ku ji aliyê Cendermeya ve li dijî bazirganên narkotîkê li 24 parêzgehan hatine kirin de, 412 kîlo madeye hişbir û 367 hezar û 431 hebên madeyên hişbîr hatine desteserkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkîyeye aşkere kir, operasyon li Semsur, Afyonkarahisar, Antalya, Aydin, Balıkesir, Êlih, Denizli, Diyarbekir, Edîrne, Colemêrg, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Qeyserî, Kocaelî, Meletî, Manîsa, Mêrsîn, Sakarya, Samsun, Uşak, Wan û Tokatê hatine kirin.
Amaje bi wê jî kir, operasyon piştî tespîtkirina bazirganên kolanan ên ku bi rêya medyaya civakî û bernameyên peyaman narkotîkê difiroşin û bi awayekî rêxistinkirî bazirganiya narkotîkê dikin, bi beşdariya 6 hezar û 440 endamên hezên ewlehîye hatine kirin.
Wezareta Navxwe diyar kir, di encama operasyonan de, 202 gumanbar hatin desteserkirin, ji van gumanbaran 122 hatin girtin, 80 kes di bin kontrola dadwerî de hatin berdan.
Herwiha destnîşan kir jî, di legerînan de 412 kîlo madeye hişbîr û 367 hezar u 431 hebên madeyên hişbir hatine desteserkirin.