Pakistan mêvandariya gereke nû ya danûstandinên Amerîka û Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e roja 11’ê Tîrmehê gereke nû ya danûstandinên navbera Amerîka û Îranê li Pakistanê dest pê bike. Armanca sereke ya vê civînê, nûkirina proseya diyalogê û kêmkirina rageşiya navbera her du welatan e.

Li gorî jêderan, ev hevdîtina çaverêkirî dê li ser sê mijarên sereke û hestiyar bisekine:

1- Cezayên aborî yên Amerîkayê ku li ser Tehranê hatine sepandin.

2- Çarenivîsa pereyên Îranê yên ku li welatên derve hatine blokekirin.

3- Dosyeya bernameya atomî ya Îranê.

Derbarê nûnerên Îranê yên ku dê beşdarî civînê bibin, heta niha biryareke dawî nehatiye dayîn. Li gorî agahiyan, diyarkirina şanda Îranê dê piştî merasîma veşartina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî pêk were.

Vê gera nû ya danûstandinan piştî rêzehewldanên dîplomatîk tê ku meha borî li Swîsrayê û hefteya borî jî li Dohaya paytexta Qeterê hatibûn lidarxistin. Her wiha ev çend meh in di navbera Washington û Tehranê de hewildanên nerasterast hene ji bo hêwirkirina rewşê û dîtina çareseriyekê ji bo krîza atomî.

Tevî van hewldanan, tê pêşbînîkirin ku danûstandin bi çendîn astengên mezin re rûbirû bimînin, wek:

1- Nakokiyên li ser awayê rakirina cezayan.

2- Rewşa navçeyê ya piştî şer.

3- Parastina ewlehiya Tengava Hurmizê.

4- Garantiyên ku her du alî ji hev dixwazin.

Armanca sereke ya her du aliyan di vê qonaxê de, taqîkirina derfetan e, da ku zanibin gelo dikarin vegerin ser maseya dîplomasiyê û aloziyên li Rojhilata Navîn kêm bikin, an na.