Wezareta Pêşmerge: Sibe hevkariya darayî ya Hevpeymanan tê belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hevkariya darayî ya Hêzên Hevpeymanan bo meha Gulanê li ser hesabê wê hatiye zêdekirin û sibe Duşemê dê dest bi belavkirina wê bê kirin.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 5ê Tîrmeha 2026ê) daxuyaniyeka fermî belav kir û tê de ragihand ku hevkariya darayî ya Hêzên Hevpeymanan bo meha Gulanê li ser hesabê wê hatiye zêdekirin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku piştî gihîştina hevkariya darayî ya Hêzên Hevpeymanan bo meha Gulanê, Rêveberiya Giştî ya Budçe û Bernameyan (Hejmarkariya Serbazî) bo amadekirina lîsteyan dest bi rêkarên darayî û hejmarkariyê kiriye.
Wezareta Pêşmerge tam dema belavkirina dravî diyar kir û ragihand: "Roja Duşemê, 6ê Tîrmeha 2026ê, piştî bidawîbûna hemî rêkarên darayî û qanûnî, dê dest bi belavkirina hevkariya darayî ya Hevpeymanan li ser hêzên Pêşmerge bê kirin."