Norwêcê Brazîl ji kupayê derxist, Îngiltirayê jî Meksîk têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Di qonaxa 16an a Kupaya Cîhanî ya 2026an de, Norwêcê bi du golên stêrka xwe Erling Haaland Brazîl ji pêşbirkan derxist. Di heman demê de, Îngiltirayê jî Meksîkê derbas bû.

Li eyaleta New Jersey ya Amerîkayê, Norwêcê şokeke mezin di nav lîstikên Mondiyalê de çêkir. Norwêcê karî bi encama (2 – 1) Brazîla ku pênc caran şampiyona cîhanê ye, têk bibe û derbasî qonaxa çaryek-fînalê bibe.

Brazîlê di (15) xulekên pêşîn de derfeta penaltiyê bi rêya Bruno Guimaraes wenda kir. Li aliyê din, Erling Haaland di xulekên (79 û 90) de du golên li ser hev tomar kirin û Norwêc gihand çaryek-fînalê. 

Bi van her du golan, Haaland hejmara golên xwe gihand (7)an û bi Kylian Mbappe û Lionel Messi re, bû hevrikê sereke yê "Golkera Mondiyalê".

Brazîla, ku tenê di dawiya lîstikê de bi rêya Neymar penaltiyek tomar kir, ji sala 1990î vir ve cara yekem e ku nikare bigihîje qonaxa çaryek-fînalê.

Îngiltirayê bi 10 lîstikvanan Meksîk şok kir

Di lîstikeke din a heyecan de, Îngiltirayê li stadyuma Azteca ya Meksîkê bi encama (3 – 2) bi ser Meksîk de ket. Tevî ku Îngiltira ji xuleka (54) ve piştî kerta sor a Jarell Quansah 10 kes mabû, lê karî serkeftineke zehmet bi dest bixe.

Golên Îngiltirayê ji aliyê Jude Bellingham (xulekên 36 û 38) û Harry Kane (xuleka 60 bi penaltî) ve hatin tomarkirin. Golên Meksîkê jî Julian Quinones û Raul Jimenez avêtin, lê ev ji bo manê têra wan nekir.

Norwêc û Îngiltira li Miami tên hember hev

Piştî van encaman, Norwêc û Îngiltira di qonaxa çaryek-fînalê de rûbirûyî hev dibin. Biryar e her du hilbijarde roja Şemiyê li bajarê Miami yê Amerîkayê ji bo gihîştina nîv-fînalê werin pêşberî hev.