Li Yemenê zêdetir ji 50 çekdarên Hûsiyan hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama şer û pevçûnên dijwar ên li başûrê parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê de, zêdetirî 50 çekdarên Hûsî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Di şer de 15 leşkerên hikûmetê jî canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Dewletê yê hikûmeta Yemenê Welîd Qedîmî ragihand, şer li eniya Çiyayê Dobas ê li bakurê bajarê Heysê qewimiye. Hêzên "Lîwayên Zeranîqî Tîhamî" rûbirûyî êrişeke berfireh a çekdarên Hûsî bûne û karîne wê êrişê têk bibin.
Dan zanîn jî, Hûsiyan ji bo şikandina xetên berevaniyê yên artêşê, serî li êrişên xwekujî dane. Armanca Hûsiyan ew bû ku ber bi navçeyên rizgarkirî yên li başûrê Hudeydeyê pêşve herin, lê piştî berxwedaneke dijwar hêzên hikûmetê ew neçarî paşvekişandinê kirin.
Serokê Encûmena Serokatiyê ya Yemenê Reşad Elîmî di peywendiyeke telefonî de bi endamê encûmenê Tariq Salih re, "qehremaniya" hêzên artêşê bilind nirxand û daxwaz kir ku asta amadebaşiya serbazî were bilindkirin, daku rê li ber her hewildaneke têkdana aramiya welat were girtin.
Ev şerê ku êvarê Înê dest pê kir û tê de çekên giran û sivik hatin bikaranîn, wekî metirsiyeke mezin li ser wê aramiya rêjeyî tê dîtin ku ji Nîsana 2022yan ve li Yemenê peyda bûbû. Çavdêrên siyasî ditirsin ku ev şer bibe sedema hilweşîna pêvajoya aştiyê û dubare destpêkirina şerekî berfireh li wî welatî.