Hemasê hilweşandina hikûmeta xwe ya li Xezzeyê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Hemasê bi awayekî fermî hilweşandina "Lijneya Rewşa Awarte ya Hikûmetê" ragihand û serokê lijneyê jî dest ji kar kişand. Ev pêngav wekî amadekariyekê ji bo radestkirina desthilatê bo "Lijneya Neteweyî ya Birêvebirina Xezzeyê" tê dîtin.
Berdevkê Tevgera Hemasê Basim Qasim, îro Duşemê (06.07.2026) di konferanseke rojnamevaniyê de li Kerta Xezzeyê ragihand, di çarçoveya peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re, wan biryara hilweşandina lijneya xwe ya hikûmetê daye. Qasim diyar kir, hemû amadekariyên yasayî û îdarî hatine temamkirin da ku sîstema hikûmî radestî lijneyeke nû were kirin.
Berdevkê Hemasê destnîşan kir, ev prose bi awayekî fermî û şefaf li ber çavê nûnerên hêzên Filistînî, serokên eşîran, saziyên civaka sivîl û nûnerên Neteweyên Yekgirtî tê birêvebirin. Qasim got, Hemas amade ye "emaneta hikûmranî" radestî lijneya neteweyî bike, daku rewşa Xezzeyê were birêkûpêk kirin.
Li aliyê din, Dezgeha weşana Îsraîlê (KAN) li ser zarê berpirsekî ragihand, ev biryara Hemasê "çewaşakarî û xapandineke medyayî ye." Berpirsê Îsraîlî got ku tevî daxuyaniya hilweşandina hikûmetê jî, endamên Hemasê dê di postên xwe de bimînin û ev biryar "bê wate ye."
Ev biryar wekî mezintirîn guhertina siyasî ya Hemasê ya ji sala 2007an vir ve tê dîtin, dema ku tevgerê piştî pevçûnên bi Fetihê re kontrola Xezzeyê girtibû destê xwe. Piştî ku Îsraîlê di Adara 2025an de Serokê Lijneya Hikûmetê Îsam Dealîs kuşt, Mihemed Ferra hatibû ser kar, ku niha wî jî destvekişandina xwe pêşkêş kiriye.
Li gorî plana aştiyê ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kiriye, divê Hemas ji birêvebirina Xezzeyê vekişe. Di şûna wê de, "Lijneya Neteweyî ya Birêvebirina Xezzeyê" ya ku ji kesên biewle, teknokrat û bêaliyan pêk tê, dê di bin serokatiya Elî Şe’s de rêveberiya herêmê hilde ser milê xwe.