Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Serdarê Artêşa Iraqê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê li Bexdayê ligel Serdarê Artêşa Iraqê civiya û pê re behsa rêyên xurtkirina hevahengî û hevkariya meydanî ya navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Iraqê kir, bi taybetî ji bo pirrkirina valahiyên ewlehiyê û parastina sînoran.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Duşem, 6ê Tîrmeha 2026ê) li Bexdayê ligel Serdarê Artêşa Iraqê Ferîqê Yekê yê Rukn Ebdulemîr Reşîd Yarelah civiya, bi merema nîqaşkirina hejmareka dosyeyên ewlehî û serbazî yên ji bo her du aliyan giring.
Pirrkirina valahiyên ewlehiyê
Di wê hevdîtinê de, pêdaçûn di rewşa ewlehiya niha ya welat de hat kirin û her du aliyan behsa rêyên xurtkirina hevahengiyên hevpar û hevkariya meydanî ya navbera hêzên federal û hêzên Pêşmergeyan kir; bi taybetî li wan deverên ku giringiyeka wan a ewlehî ya hevpar heye, daku valahiyên ewlehiyê bên pirrkirin û sînor bên parastin.
Tekoşîna li dijî paşmayiyên terorê
Her du aliyan tekez li ser giringiya berdewambûn û pêşxistina operasyonên hevpar û pevguhertina zanyarên hewalgirî kir, ji bo nehêlana paşmayiyên terorê û rûbirûbûna tawanên rêkxistî, bi awayekî ku çespandina ewlehî û tenahî û serweriya qanûnê li seranserî deverên welat misoger bike.
Li dawiyê jî, her du aliyan pesnê asta hevkariyên niha û temamkariya navbera dezgehên ewlehî û serbazî yên hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê kir. Herwesa tekez kir ku divê bizav bên yekkirin bo rûbirûbûna astengiyên cuda cuda yên ewlehiyê û parastina destkeftiyên ku bi rêya qurbaniyên hevpar peyda bûne.