Trump li Enqereyê ye; Îsraîl daxwaz dike balafirên F-35 nedin Tirkiyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bo pişkdarîkirina di Lûtkeya NATOyê de gihîşt Enqereyê. Hevdem Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê îmzekirina çend girêbestên mezin ên serbazî ragehand û Îsraîlê jî rasterast dijatiya xwe bo firotina balafirên şerî yên F-35 bo Tirkiyeyê nîşan da.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 7ê Tîrmeha 2026ê) piştî nîvro bi serdaneka fermî û bi merema pişkdarîkirina di Lûtkeya 36ê ya Hevpeymaniya Bakurê Atlasî (NATO) de gihîşt Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî her îro di roja yekê ya wê lûtkeyê de, di gotarekê de çend girêbest bo bihêzkirina şiyana berevaniyê ya NATOyê ragehandin. Rutte diyar jî kir ku welatên endam û kompaniyên her du aliyên deryaya Atlasî (Atlantîk) girêbest bi bihayê bi milyaran dolaran îmze dikin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê herwesa got: "Rûsya, Çîn, Koreya Bakur û Îran bi hev re kar dikin, veberhênana berdewam di warê serbazî de dikin û alîkariya hev dikin. Divê NATO li hember vê hevahengiyê hişyar û çavvekirî be, ji ber ku berjewendiyên NATOyê di xeyala wan de nînin."
Îsraîl daxwaza rawestandina firotina F-35 bo Tirkiyeyê dike
Berî destpêkirina lûtkeyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rengekê fermî daxwaz ji Amerîkayê kir ku balafirên şerî yên pêşkeftî yên F-35 an jî perçeyên wan nede Tirkiyeyê, bi wê hincetê ku ev pêngav dê hevsengiya hêzê li herêmê têk bide.
Netanyahu ji kanala “Fox News”ê re ragehand: "Ez wisa nafikirim ku pêdivî be balafirên F-35 an jî motorên balafirên şerî bidin Tirkiyeyê, ji ber ku ew dê hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn têk bide; li dawiyê jî serdestiya esmanî ya Îsraîlê û bi dîtina min, amadehiya Amerîkayê li herêmê misoger kiriye."
Enqere: Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê stratejîk in
Serokê Nivîsîngeha Têkiliyan Serokatiya Komara Tirkiyeyê Burhanedîn Duran di derheqa serdana Donald Trump de ragehand: "Di dema serdana wî ya Enqereyê de, têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê wekî du hevpeymanên nêzîk û stratejîk di hemî waran de, wekî warên berevanî, bazarganî û veberhênanê de dê bên nirxandin.”
Serokê Nivîsîngeha Têkiliyan Serokatiya Komara Tirkiyeyê herwesa got: “Ev civîn dê bo axaftina li ser pirsên herêmî û cîhanî û lihevguhertina ramanên her du aliyan bibin fersendek."